. fîlmÊ XEYALÊ ZANISTÎ, ji romana David Mitchell, ji aliyê birayên Wachowski û Tom Tkywer ve di sala 2012an de hatiye kişandin.
6 serpêhatî û demên cuda. reenkarnasyon, başî, xerabî, lawazî û hêz; ol, bazirganî, pere, ŞOREŞ, HUNERÎ, xulamî, ŞER, EVÎN Û hevzayenDÎ... JI BO FÎLMEKÎ VAN MIJARAN GIŞA GELEK ZÊDE YE. LÊ BELÊ LI BA MIN DERHENÊRÊN VÊ FÎLMÊ HEQÊ WAN DAYE. JI XWE HEMA SÊ SEAT E.
fîlm pir caran ji ber ku mesajên xwe bi vekirî eşkere kiriye, hatiye rexne kirin. lê felsefe û fikrên fîlm li ba min vê kêmasiya wê veŞARTIYE.
Array. fîlmek balkêş e. min berî salekê fîlan temaşe kiribû lê hema bêje qet nedihat bîra min. heta dema min fragman temaşe kir jî min tam fêhm nekir ka min berê temaşe kiriye an na, lê ji min re hinek nas dihat. neyse, min loma dîsa temaşe kir. me çi got? fîlmek balkêş e. û piçek dişibe rewşa min a ku min li jor behsê kir.
felsefeya fîlmê: li dijî neheqiyê bêdeng nemîne, nebêje "ma ez ê bikarim?"..
ji 5-6 senaryoyên cûda pêk tê ku ev hemû senaryo di demên ji hev dûr, diqewimin. dema mrov çîrokên di demên pêşerojê de bifikire, erê piçek dîstopîk e lê ne bi temamî.
ez jê poşmn nebûm ji ber ku fîlm mirov bêhnteng nake (nêzikî 3 saetan e) û li ser tiştinan dide fikirandin.
---spoiler---
sahneya dawîn ya fîlmê de dema ajan(?)ê sîstemê ji keçikê lêpirsin dikir, sahneyek xweş bû û jixwe peyama fîlmê ya bingehîn ku min li jor behsê kiribû, dubare dike;
- me te nedizaniya ku wê ev plan têk biçe?
+ erê min dizaniya.
- nexwe te çima qebûl kir?
+ ji bo peyama me bigihe hinekan û rastî bê fêhm kirin.
- lê ger tu kes ji vê "rastî"yê bawer neke?
+ ji niha ve yekê bawer kir. (behsa ajan bixwe dike)
---spoiler---