ad astra

 James Gray

 James Gray Ethan Gross

 2019


 amerîka

 îngîlîzî japonî rûsî norwêcî

 123

 macera dram nepenî honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2020.01.05)

 Roy McBride astronotek ku bavê wî yê astronot di rêwîtîya xwe ya li neptunê de, wenda bûye. niha divê li pey bavê xwe here û tiştên hatîye serê bavê xwe kifş bike.


ad astra - Tirşik

ad astra


. fîlma sala borî bû. tê de brad pitt dilîze. wateya fîlmê: ber bi stêran ve fîlm li fezayê dibore lê dikarim bêjim ku ji fîlmek kilasîk ya fezayê zêdetir fîlmek li ser psîkolojîyê ye. loma bersiv neda hêvîyên min. mijara fîlmê di eslê xwe de têkilîya kêm/têkçûyî ya bav û kurekî ye. vêca, hinek aksîyon, nepenî û rageşî jî di nava vê mijarê de hatine bicîkirin. yên temam lê sahneyn aksîyonê yên, bi ya min qet ne lazim bûn û lê nehatibûn. min 75 pûan dan fîlmê. [spoiler: dema roj bi saya ew parçeya keştîyê ya ku dizivire, xwe dehf dide ber bi keştîya xwe ve bi hêzek sabît ber bi keştîyê ve diçe. ev yek normal e. lê qet ne pêkan e ku di rê de li ewqasê meteoran bide û bikare hêza xwe biparêze. hadê em bêjin hêza xwe parast, qet ne pêkan e ku îstîqameta xwe biparêze. ev yek ez gelekî aciz kirim. roy (brad pitt), ji ber tunebûna bavê xwe an hî tiştên hatî serê wî, xwe her tim kêm hîs kiriye. li dinyayê di nava bi mîlyaran mirovan de tenê ye lê hêvî dike ku here taa li neptunê bavê xwe bibîne û tenêtîya xwe biborîne. di eslê xwe de bavê wî jî dîsa bi sedemek hevpar li wir e: armanca wî jî ew e ku li vir, fezayîyên biaqil peyda bike da ku tenêtîya mirovatîyê biborîne. lê nikare. berevajî, xwe û kurê xwe di nav tenêtîyê de dihêle. dema ku kurê wî tê cem wî û dibêje fezayî fîlan tune ne, tenê ew in yên hev, min hêvî dikir wê bavê wî vegere lê min ji xwe re gotibû jî, yaw zilam çiqas zû îqna bû...]



Array. fîlma bawer im ji bo wê tu wêneyên nuh nehatiye çêkirin. tiştên heye bi kompîterê ve hatiye çêkirin. her çiqwasî fîlm fîlmê fezayê be jî behsa fezaya hişê însên dike. li gorî min bav bixwe binhiş e ku xelasiya ji jiyana melankolîyê digere û nabîne ye. kesê dixwaze vî fîlmî ji ber fezayê temaşe bikin bila nekin çêtir e :/






  • ad astra0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 61.3
(imdb: 6.5)
pûanê bide fîlmê: