99
rizgarm (2020.02.14)
Dehênerê kurd "halil uysal (halil dağ)" ku bi xwe jî şervanê azadiyê ye senaryoya vê filmê nivîsî ye û di sala 2002 yan de kişandiye. Film ji aliyê pargîdanî ya mîr muzik produksiyon ê ve hatiye belav kirin. "Eyna Bejnê" ji tekoşîn û jiyana şervanên azadiyê qeta pêşkêşî me dike. Ûysal di vê filmê de bi jiyana sakîneyê ku di temenê piçûk de tevlî refê gerîleyan bûye qala çiyayên azadîyê û şervanên azadîyê dike. destnîşana xwe li filmê mîna (bnr: tîrêj), (bnr: nepeniya ruyê me), (bnr: berîtan) avêtî ye û ev filma jî bi hemû derfetên çiya hatiye kişandin. Filma ku ji aliyê akademiya çandî û hûnerî ya Şêhîd sefkan hatiye ava kirin "eyna bejnê" ; bi tevahî, senaryo, şanogerî, teknîk, rêveberî û ji bo ava kirina şertên ewlehîyê berhemek şervanên azadîyê ye. Film bi zimanê kurdî hatiye kişandin.