rabid

 Jen Soska Sylvia Soska

 John Serge John Serge Jen Soska

 2019


 kanada

 îngîlîzî

 107

 tirs honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2020.04.06)

 Rose di fîrmayekê de karê dîzayna cil û bergan, dike. Dixwaze di vê sektorê de bilind bibe. Piştî qezayekê, rûyê wê gelek deforme dibe û loma neçar dimîne ku bikeve emelîyatek gelek bitalûke û xwedî encamên nedîtî.


rabid - Tirşik

rabid


. Fîlmek beredayî ye. Fîlm bi jiyana çilmisî ya Rose destpê dike, jiyana wê bi qezayekê diguhere, li rûyê wê birînek mezin peyda dibe. niha divê ji bo ku xuyanîya xwe rast bike, emelîyatek mezin derbas bike ku nû tê ceribandin. piştî vê emelîyatê rûdanên deresirûştî pêk diqewimin.

Mirov di mijarên deresirûştî de belkî mantiq negere lê belê ez ne bûyeran lê belê tevgerên karakteran rexne dikim. li derve qîyamet rabûye, mirov li her derî har dibin û êrîşî hev dikin lê yên me hê jî li ser podyûmê ne. çavên wa sor dibin û dikevin erdan, ser û guhên wan xwînî ne lê kesek jî nabêje heyran nabe ku ev jî bi wê nexweşîyê ketibin? dema karakter ehmeq bin, fîlm ji bo min li wê derê xelas dibe. divê karakter jî wek me an jî nêzikî me bifikirin ku em bikarin têkevin atmosferê.






  • rabid0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 55
(imdb: 5.2)
pûanê bide fîlmê: