Aleksandr Misharin Arseniy Tarkovskiy Andrei Tarkovsky
107
rizgarm (2020.04.09)
Em karin bêjin filmek otobiyografîk e. Bav, jin û diya derhêner bi xwe bi awayekî cih digre di filmê de û ji jiyana derhêner beşa emê temaşe bikin. Bi dîmen û diyalogan mîna ku Tarkovsky bi xwe jî gotiye "filmek helbestî" li benda we ye
. Bi seranser tevliheviyek mezin dorpêç dike filme. Na na sedem cahiltî û nezanbûn nîne, sedem zanebûn û şarezatiya derhêner e. Tarkovsky di nav zeman de em karin bêjin wekî masiyekî avjeniye dike. Lê na wêdetir, zeman tevlihev dike û carna tîne ba hev. Berê, niha, pêşerojê û zemanê bêzeman. Ji bûyerên dîrokî jî dîmen girtiye û ew jî bi ser filma xwe de reşandiye. Ev tevliheviya bandor li ser kamerayê jî kiriye ku kamera gav reş û sipî gav jî bireng dikşîne. Derhêner ji jiyana xwe jî beşa pêşkêşî me dike ji ber ku em binesaziyê de dengê bavê tarkovsky û helbestê wê gohdar dikin , lîstikvaniya jina wê temaşe dikin û hwd. Em bandora jinê dibîne di filmê de û di nêrîna derhêner de, belê bi hemû hebûna xwe jin (ji ber ku em dîmenê jinê bi temamî dibîne, zindî û bi ruh); lê tenê dengê bav heye û pir kem jî dîmenê wê, ew jî ji bo bila bav di bîrê de bimîne ye. Bi kurtasî em karin bêjin filmek ji hiş û binhişê derhêner em temaşe dikin. Bi derbasiyê lezok, bi dîmen û diyalogên tevlihev û lihevnehatî, bûyerên jibîrnebûyî û bibandor, bîranîne belek belekî û filmek helbestî... Min dîsa qinyat anî ku ev derhêner ji karê xwe zêde zêde fam dike. |
|
Array. dema hatiye çêkirin ji ber ku pir kesan baş fam nekiriye ji fîlmê gelek rexne kirine û heya gotine çi hewcebû te vê fîlma hanê çêkiriye, bê wate ye. dîrokê van gotinan binax kir fîlm ma. |
|