stalker

 Andrei Tarkovsky

 Arkadiy Strugatskiy Boris Strugatskiy Arkadiy Strugatskiy

 1979


 yekitiya sovyet

 rûsî

 162

 dram honaka zanistî

  (2020.04.11)

 simurg56 (2020.04.11)

 di pêşerojek dûr de, li welatekê bênav.. Meteorek ku dikev dinyayê, jîyanê ser û bin dike û "herem"ek taybet derdixe holê ku gelek nepenîyan dihewîne.


stalker - Tirşik

stalker


. Kesê ku her wextî ji dizî ve yekî an tiştekî an jî rupelekî li ser înternetê* dişopîne û dinêre ka derheqê wî de tiştek heye an hin behsa wî dikin hwd.



Array. Li gorî raveya kevçî hemû nivîskar û feromen û şairê kurdînivîs bin vê mijarê de cihê xwe girtine..
(bnr: ulan hepiniz burdasınız! )



Array. wekî nivîskar kevçî gotiye hemû kurdînûs di nav vê kategoriyê de ne û bi min ev e tiştek gelek normal e.sedema wê jî ew e ku di warê rexne û şîrove kirina berhem û nivîskaran kurdî gelek kêmasî hene.hema bêje nîn in.
Lê tirşik cihekê ku herkes dikare tê da binivîse û rexne û şîroveyên xwe vebêje.û ji çi kesî natirse û şermê jî naket.û bi min nivîskarên tirşikê jî rexneyên baş dikin.min taybetî hez ji endazer dikir lê mixabin ew tirşik hêla û çû serê niza kîşk çiyayî.lê ferhenga şikestî jî ji wî kêm nîn e.ew jî rexnekarek î başe.û ew wekî endazer tirşikê nahêlît. *

neyse welhasilê kelam nivîskar mafdar in.û divêt rexne û şîroveyên me zêde bibin derbarê nivîskar û berhemên wan.ez bixwe gelek keyfxweşim ji ber setilkeriyê. * jixwe ez dixwazim şîrove û rexneyên min ji aliyê xudanê wê bixwe bê xwandin.



Array. navê fîlmeke tarkovski ye.
(bnr: andrey tarkovski)
(bnr: stalker, 1977)



Array. leystikek li ser kompûterê tê leystin s.t.a.l.k.e.r pênc pere nake.



Array. kî bêje ew ne ez im bi derewên kesînedîtî mal li xwe dişewitîne*



Array. Kurdiya vê peyvê dê çi bê gelo.
Sinêr çawa ye ; sî û nêrîn?



Array. ew fîlme ku heçko bi rengekî kahînane hatina çernobîlê pêsh dibîne. ligel "qodî"yê, helbesteke dirêj e ji tarkovsky..



Array. fermo? ew ez im. profesyonel im jî haa! Ku tu bixwazî derheqa xwe de tiştek bizanî şerm neke kerem ke ji min pirse *



Array. Ahaha qada ku jinên tirşikê tê de profesyonel xuya dikin. Yek ji wan ez * Hevalên min wexta dixwazin yekî/ê nas bikin tên li cem min dibêjin " hela em hesabên filankeso/ê bibînin " * Tiştên xwediyê hesabê nizanin derdixim holê *



Array. berê ku dixastin yekî/ê bi rêya pirsê nas bikin an jî derheqê wî de tiştan hîn bin, pirsa wî li kesan dikirin. ew kes ji kêjan eşîrê ye? kurê kî/ê ye? nebîyê kî/ê ye?... lê niha di nav me ciwanan de stalkkirin derketîye. Her kes her kesî navbera çend saetan de "nas dike", dizanê çi ye kî/ê ye... bes wêneyek ecivandibe jî dibêjin ew kes çepgir e, oldar e, tolaz e, baş e.. Û gellek analîzên mîstîk û arkeolojîk * birastî jî însan, sohbet, mihabbet, hevnasî, hevalî...... ketiye qalibekî zehv teng. Têbinî: kî dizane stalkerek (*) vê peyama min bixwîne yê derbarê mib de çi analîz manalîzan bike hey *



Array. mirov dikare weke şopger wergerîne kurdî û her wiha navê filmekî andey tarkovkî ye.



Array. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê gulêê ve hate kirin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 65. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142



Array. lîstikeke kompûtirî (bnr: s.t.a.l.k.e.r.)



Array. filmê ku min bi nîvî hiştiye û hedana min bes tê ku bi dawî bikim, jixwe heya nîvî jî ez du cara di xew de çûm. wê niha yek bêjê te felsefeya fîlm fêhm nekiriye vir de wê de, na bavê min felsefe bila ji were bimînê, ez bi piranî temaşekirina fîlma wek derbaskirina wextekî xweş dibînim. lê ev fîlm dûrî armanca min bû.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80.4
(imdb: 8.1)
pûanê bide fîlmê: