the prophet

 Roger Allers Gaëtan Brizzi Paul Brizzi

 Roger Allers Kahlil Gibran Hanna Weg

 2014


 qeter fransa Lûbnan kanada amerîka

 îngîlîzî

 85

 anîmasyon dram

  (2020.04.17)

 simurg56 (2020.04.17)

 Kamîla paqijîya mala helbestavanê bi navê mistefa dike ku li sirgûnê ye. lê tişta ji wê re zehmet ne karê paqijîyê ye lê ew e ku keça xwe almîtrayê ji belayan dûr bixe.


the prophet - Tirşik

the prophet


. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê biruya hayao miyazaki ve hate kirin. 15. film e ku ji alîyê komê ve tê wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 70. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 84
(imdb: 7)
pûanê bide fîlmê: