v for vendetta

 James McTeigue

 Andy Wachowski Lana Wachowski Alan Moore David Lloyd

 2005


 amerîka îngîlîstan elmanya

 Îngîlîzî

 132

 aksîyon dram rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2014.12.05)

 di pêşeroja îngîlîstanê ya dîstopîk de şerê dîktatorek xedar û mexdûreke sîstema wî. lehengek bi navê v li dijî sîstemê çalakiyên resen organîze dike û gelê bindest şiyar dike.


v for vendetta - Tirşik

v for vendetta


. FilmÊke James McTeigue, di sala 2005'an de wêneçîrokeki hatiye lê anîn.
Hugo Weaving ("V") Û Natalie Portman ("Evey Hammond") bihevre lîstinÊ.



Array. filmekî nestêle ye.
senaryo zooor ciwan e û film jî bi rastî gelek baş hatiye çêkirin. bêhna mirov qet teng nabe di 132 xulekên filmê de.
min beriya 5 salan temaşe kiribû lê min îro xwest dîsa temaşe bikim. baş bû ku min wisa jî kir. ji ber ku tiştên min wê demê jê fêm kirî ne bawer im wisa be. ji xwe min ji bîr kiribû.

++spoiler++

lê xwezî me di dawiya filmê de rûyê vyê bidîta. min pir meraq kir wele.

++spoiler++



Array. fÎlmeke dÎstopÎk e.
(bnr: fîlmên dîstopîk)



Array. Mirov sîstemek ava bike piştre xwe bike xulamê vê sîstemê yan jî ev sîstêm pîroz bibîne û ji ber vê li ber neheqî Dengê xwe neke ji bo silametiya sîstemê dengê xwe qût bike, hiş bibe.. fîlm wan kesa anîye bîra min. Fîlm ji sîstemên halo re bertekek e



Array. yek ji fîlmên favorît ên min e. gava min jê temaşedikir mi digo gelo ew studioyên inglîz çawa ew qas zilm zordestî û dîktatorî ji ku dîtine ku bi serkeftî jê xistine fîlmê. belkî ji cîhekî dîtine kî zane. natalie portman jî detayek xweş bû.* bibore tu hêj lehengek jî starwarsê yî bi çawê min de.



Array. Fîlma ku bi replîka, "bi bîr bîne, bi bîr bîne, roja 5'ê mijdarê bîr bîne. Ez ji bo bîrkirina teqandin, îxanet û komployê tu sedemê nabînim" li hiş mayî ye. Ez bawer im ji bo her civakî 5'ê mijdarekî heye û hewceye bi bîr bînin. Roja 5'ê mijdarê em vê fîlma bêhempa dîsa bi bîr dînin.



Array. "v for vendetta" komîksekî british e ku alan moore nivîsand û david lloyd çandî çêkirin. ew di sala 1982-an de hat weşandin. serîlêdana çîrokên bi grafîk ên wê tê bi kar anîn ji bo pirtûkxaneyên dîtalîn û pirtûkxaneya navdar. "v for vendetta" ji bo çavkanîyên girîng li ser îdeolojiya siyasî, azadiyê, zayendanî û şerê bi hêzên navnetewî tê wêrankirin. êdî rêznameya filmê jî tê weşandin, ku di sala 2006-an de hatî çêkirin û li ser vê komîksa pêk hat.



Array. "bîr bîne, bîr bîne, roja 5ê mijdarê bi bîr bîne. ti sedemek nabînim ji bo ku vê teqîn, îxanet û komployê ji bîr bikim."

"remember, remember, the fifth of november, gunpowder treason and plot. i see no reason why the gunpowder treason should ever be forgot. guy fawkes, guy fawkes, 'twas his intent to blow up the king and the parliament. three score barrels of powder below, poor old england to overthrow: by god's providence he was catch'd with a dark lantern and burning match. holloa boys, holloa boys, make the bells ring. holloa boys, holloa boys, god save the king! hip hip hoorah! a penny loaf to feed the pope. a farthing o' cheese to choke him. a pint of beer to rinse it down. a faggot of sticks to burn him. burn him in a tub of tar. burn him like a blazing star. burn his body from his head. then we'll say ol' pope is dead. hip hip hoorah! hip hip hoorah!"



Array. Bi Xwedê ez jî dihatim binivîsim.. "Bi Bîr bînin, bîr bînin, roja 5’ê Mijdarê, teqîn, xiyanet û komployê bi bîr bînin, ez tu sedemekî nabînim ku vê xiyanetê ji bîr bikim."






  • v for vendetta0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 90.9
(imdb: 8.2)
pûanê bide fîlmê: