101
de facto hozan (2020.05.31)
Pêşkeşvanê rewşa hewayê Phill Connors, li pêş qamîrayan mirofek baş û bi kêf e lê pişt qamerayan, di jiyana xwe de yekî pir qurre, pozbilind û ezperest e. Her sal 2yê sibatê bê hezkirin tê şandin mîhrîcana Koremişkê li bajarekê Pensilvanyayê yê bi navê Punxsutawne ji bo nuçe dayîna hemkarê xwe yê koremişkê. Film derbarê asê bûyîna Phil ya 2yê sibatê ew roja nefret lê dike ye. Phil her roj şiyar dibe heman rojê. Di wê rewşa ecêb de veguherîna jiyan û kesayeta Phil bi awayek kêf tê nîşan dan.
. fîlmeka sînemayê ye. sala 1993an bi derhêneriya Harold Ramis li amerîkayê hatiye kişandin. di fîlmê de rola sereke Bill Murray (Phil Connors) û Andie MacDowell (Rita Hanson) dileyîze. kategorîzekirina cureya fîlmê zor e biçekî, komedî, romantîzm, fantazî, macera Û hwd. te çi bivê tê de heye. mijara fîlmê jî; phil di televîzyonekî de rewşa hewayê pêşkêş dike, 2ê sibatê li navçeyeka pennsylvanyayê wekê roja groundhog tê pîrozkirin. ev groundhog (di ferhengê de min navê wê yê kurmancî nedît, bi tirkÎ; kunduz) xelk li meydana navçeyê kom dibe, ev heywan ji qefesa xwe derdkeve, mirovnên şareza li gorî siha wî (?!) texmîn dikin bê ka zivistan wê çi qasê dî dom bike û buhar wê kengî bê. phil her sal ji bo şopandin û ragihandina vê roj û festîvalê ji bo televîzyonê diçe vê navçeyê. lê di vê çûna xwe de tiştek balkêş tê serê wî; time loop! |
|
Array. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê de facto hozan ve, li kurdî hat wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 93.
hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
vîdyoyê veke
|
|
Array. bill murray.
spoilerê veke
|
|
Array. fîlmek serkeftî û ji aliyê mîjarê ve hîç naşibe fîlmên ku heta niha me temaşekirine (bi rastî heta parr jî min ev fîlm temaşe nekiribû.).Piştê temaşekirina vî fîlmê mirov xwe re dikeve nav xeyalên kûr û difikire gelo dibe ku wisa be? Dibe ku em jiyanek wisa didomînin? Elon musk jî gotibû dibe ku ev jiyan lîstikek be.Heke ev hizir bala we dikişîne hîç nesekinin û temaşe bikin. Fîlm li ser telegramê niha hatiye weşandin.Bê daxistina torrent û jêrnivîsê temaşe bikin. https://t.me/filmenkurdi |
|
Array. ji aliyê vegotina mijarê ve bandorekê mezin a vê fîlmê li ser beşekê supernatural heye ku dema min ew beş temaşe kiribû jî fikirîbûm, gelo dejavûyeke nedawî bihata serê min, min ê çi bikiraya, di nav çerqekê heman serûbin... pirsekê pir dijwar e û fîlm vebijêrkên bersivê dixebitîne. kategoriyên bersivan di çargoşeya "şaşmayî, kêfwergirtin, bêhêvîtî û xebitîn"ê de ne. di vê rojên zivistanê de fîlmekî xweş e bo temaşekirinê. kurdiya wergêr de facto hozan serkeftî ye, bi rastî karekî xweş kiriye, helal jê re. |
|
Array. bi kurdî em dikarin bêjin ''roja xiltê'' zêde kêfa min jê re hat, ji aliyê mijara xwe ve mirov di her xuleka fîlm de bi kelecaneke bêdawî dihêlê ku em çavên xwe jê qût nekin. tenê ez li ber tiştekî dikevim ku ji aliyê romantîzmê ve fîlmekî evqasî serkeftî, min bi xoşewîsta xwe re temaşe nekir :( |
|