the witcher

 Lauren Schmidt Hissrich

 Andrzej Sapkowski Andrzej Sapkowski Lauren Schmidt

 2019


 polonya amerîka macarîstan

 îngîlîzî

 60

 aksîyon macera dram fantastîk nepenî

  (1970.01.01)

 merwano (2021.12.09)

 Geraltê Riviayî, bi tena serê xwe nêçîrvanekî cinawira ye ku li hemberî mirovên xerab li ber xwe dide


the witcher - Tirşik

the witcher


. rêzêfîlmeke fantastîk e. min îro sezona duyemîn qedand. ji zûde ez li benda vê sezonê bûm, bi qasî tê bîra min 1,5 sal derbas bû ku sezona ewil hatibû weşandin. di nav rêzefîlmê ku vê dawiyê min temaşe kirine di rêzê de yekemîn e. heya niha beşeke ku bêjim baş çênekirine tune ye. jixwe bi qasî dizanim ji pirtûkê îlham girtine ji ber vê yekê jî bingeha fîlm heye û li serê xebitîne. hêvîdar im dawiya wê nebe wek game of thrones...



Array. Rêzefîlmeke fantastîke ku ji romanên Andrzej Sapkowski hatiye adapte kirin. Heta niha du sezon hatiye weşandin. Bi saya Henry Cavill tê temaşe kirin ku can dide karakterê Geraltê Rivîayî. Ji bilî wê kêfa min ji castê re nehat. Kûrahiya karakteran tuneye. Gelek caran em motivasyona wan nizanin. Di navbera bûyeran de gelek valahî hene. Lê dîsa jî mirov dikare temaşe bike.



Array. nîv sal berê bi du bêşan temaşekirim. kêfa min jê nehat, jixwe bi hêvîya game of throneseke din min temaşekir û wekî wî derneket. helbet tiştên rind û hişê min de mayî hene, mîna ew: lehenga me, bi lîstikvanê henry cavill, bi mirovan re di têkîlîyekî ne-baş bû û ji wan hez nedikir, xeber nedida. samîmîyeta wî bi mirovan tûne bû lê dema bi cinawarên dijmin re xeber dida samîmî dibû, dijûnan dikir, diqêrîya filan... ew kêfa min dianî. herwiha: (bnr: the wheel of time)






  • the witcher0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82.5
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: