denis villeneuve jon spaihts frank herbert
166
aksîyon macera dram honaka zanistî
tizbîkêş (2024.03.07)
paul atreides tevî chani û fremenan li dijî komplogerên ku malbata wî kuştine, serî hildide.
. fîlma duyemîn e ji gerdûna duneê. min îro berêvarkî temaşe kir hîna jî kelecana min derbas nebûye. ev ne fîlmeke wisa ye ku tenê bi axaftin û şîrovekirinê mirov tam heqê wê bide! keşifeke xwe ya ji zemanên berê bifikirin, hûn illem di ber xwe de gotine ez careke din hew rastî tişteke wisa têm... feqet ev fîlm gumana min a bedxirab ji binî ve ruxand! denis villeneuve bi vê berhemê isbat dike ka çima ew ne tenê hostayê fîlmên sci-fi e, di heman demê de hostayê hemû cure-fîlman e jî! min li sînemayê temaşe kir, pêşniyara hewe dikem li ser ekrana herî mezin temaşe bikin! wûnê bibin xwedî tecrûbeyek ku dê her û her di bîra we de bimîne. lîsan el-xeyb! |
|