mannen som elsket yngve

 Stian Kristiansen

  Tore Renberg

 2008


 Norwêc

 Norwêcî

 90

 drama

 2014.12.14 13:34

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 biruya hayao miyazaki

 Jarle 17 salî ye û xwediyê keçikekê xweş, hogirekî baş e û solîstê komekî punk e. Xeyala wî û hevalên wî gelek mezin e. Ewên bibin komên herî mezin û bibin stêrka rockê. Her tişt xweş derbas dibe; heta Yngve têdikeve jiyana wî...


mannen som elsket yngve - Tirşik

mannen som elsket yngve


. fîlmekî gelekî nazenîn û nerm ji bakurê dinyê, norwecê ye. di sala 2008an de hatiye kişandin û heta nuha çawa haya min jê nebûye gunê min ji min hat.
lîstikvanî û pevxistina çîrok, bi muzîkên punk tevî hev bûye û fîlm kiriye zindî, hema bi rengên norwecê ji ber çavan diherike ku rengên norwêcê ji welatê me dûr e: spî, pembe, sor û şîn di himêza zerî de kêfa xwe bi xwe tînin.

bi kurtasî em dikarin bibêjin ku fîlm çîroka jarle ye. jarle 17 salî ye û xwediyê keçikekê xweş, hogirekî baş e û solîstê komekî punk e. xeyala wî û hevalên wî gelek mezin e. ewên bibin komên herî mezin û bibin stêrka rockê. her tişt xweş derbas dibe. heta lawikê ku ji aliyê hevala jarle bi pênasa “wekî xwedayên yewnanê ye”* tê dibîstana wan. evîn, bi dîtina cara yekemîn pêk tê û jarle dikeve rêça yngve’yê ku navê fîlm jê tê. (bi kurdî wateya fîlm “zilamê ku ji yngve hez dike”)

êdî dikarim bibêjim ku mannen som elsket yngve ket lîsteya fîlmên min a favorî. ên homofobîk jî dikarin temaşe bikin. bira netirisin.






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 78.5
    (imdb: 7)
    pûanê bide fîlmê: