1. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
02.06.2020 19:41 ~19:42 |
simurg56
|
2. fîlma ku ji bo 10 cureyên oskarê re namzet hatiye nîşandin.Ev fîlm ji bûyereke rast hatiye girtin û ev bûyer jî dema şerê cîhana duyem de qewimiye.Fîlm gelek serkeftiye û bandora şeran çawa dibe û bandorekî çawa li civakan dike , tîne berçav. fîlmê de scot û blake fermanek ji fermandarên xwe digrin û divê bi fermanê re nameya ku hatiye dayîn bigihînin tabûreke din ya ku bin xeterê de ne û haya wan xefika ku bo wan hatiye çêkirin nîne.ev xefika ji aliyê almanan ve hatiye kirin wê 1600 kesî bikuje.Lê ya ku mirov xemgîn dike ev e kesa ku nav vî 1600 kesî de ye kekê blake e.blake ji ber vî dema ku dibihîse nasekine dikeve rê.Lê mixabin rê de ji aliyê dijmin ve tê kuştin.karên Gîhandina nameyê û agahiya kuştina blake ji scot re dimîne. Rewşekî ku mirov pirr xemgîn dike û dema ku mirov temaşe dike nizane wext çawa derbas dibe. piştê temaşekirinê ku min fehm kir yekitiyek mezin ji kurdan re divê.Herkesî şerrên xwe kiriye û wisa welatê xwe bidest xistiye.Welat avakirin jî ne hêsane. |
|
07.06.2020 13:31 |
brzn
|
3. fîlmek serkeftî ye lê min xweştir hêvî dikir. |
|
25.07.2020 19:53 |
simurg56
|
4. Fîlmek serkeftî bû Lê ne qasî enemy at the gates e. Fîlmên ku şErê dinyayê ê duyemîn ji xwe re kirine mijar bala min dikşînin. Yên ku wek min ji wan fîlman hez dikin fîlma 1917 jî li lîsteya xwe zêde bikin |
|
30.06.2021 19:40 |
kajav
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |