Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
aliexpress - tirşik
aliexpress
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Malpera danûstandinê ye. Di vê malperê mere dikare her tiştî bibîne. Ji çek û cilan bigire heta çîpên kombersê, hertişt hene. Navenda malperê çîn e. Hemû tiştên ku ji vê malperê tên kirîn haylorê ji çînê tên û bi gelemperî belaş tên. Tiştên di vir de gelekî erzan in. Pêşniyarî we dikim.

Nîşe 1: ger hûn kincekî bikirin 'beden'a wê li gor çinê hilbijêrin lewra bedenê kincan ên çînê û yên din ji hev pir cuda ne.

Nîşe 2: berî ku hûn tiştekî bikirin li şîroveyên di binê wî tiştî de bixwînin lewra carinan hinek tişt sixte derdikevin felan. .



11.11.2014 10:39 | mergehez

2. malpera ku min jê gulîska lotr û mişkek kirî. lê mişk xerabe derket. ji ber wê heta hûn jê ji sedî sed ne bawer bin tiştan nekirin..



11.11.2014 11:04 | rûbar payîz

3. Malpera cara yekemîn min tiştekê jê kirî. Gorî texmînan wê meh û nîv din bigihe destê min. Ji xwe ne tişteke mezin e lê ji bo ceribandinê giring e. Yekemîn tişta min kirî: perdeya sih-çêkirinê ya pencereyên kenarê ya erebeyan, $ 2.23. Ka vêca wê çawa be?



10.08.2015 00:39 | azadixwaz

4. malpera ku îro ez rasta wê hatim, mamosteyekê me behsê kir, li gor gotinên wî malpereke kirîn-firotinê ye, û bi buhayên kêm yanî pir erzan difiroşin, vêca serde jî kargo belaş e, li hemû cîhanê firotinê dike, mamosteyê min qilifek ji bo telefona xwe kiriye 0.3 dolar yanî nêzî 1 (tlyekî) kiriye û kargo belaş, piştî siparîşê 15 rojan gihaye berdestê wî (cizîrê). Min jî hinekî çav lê gerand, heqeten fiyetên wan gelekî erzan e. Ez ê jî di demeke kurt de biceribînim.



10.08.2015 02:39 | xendekî

5. Malpera ji ber ku van rojan zêde karê min tune hema bêje hemu wextê min distîne. Yaw hema bêje çi bê aqlê te têde heye(hema bêje, ji ber ku min heliocare-krema tavê rênî tunebu) heta ji te re bêjim enjeksiyona erebeyan jî heye. Ne tenê ji bo kirînê lê ji bo lê rênînê jî ne xerab e.

BALDARÎ: Jinan nêzikî malperê nekin, xwelî li serê xwe nekin.



11.08.2015 12:26 | azadixwaz

6. Malpera ku tiştên wan carinan di hindurê mehekê de carinan jî 3 meh deren tên. Min di îlona 2014an de tiştek xwestibû hê jî nehatiye. Dibe ku winda bûbe. Û dikkana wê jî hatiye girtin nikarim ji wan re bibêjim.

Heke ku karê meriv tune be û perê wî/wê hebe dikare gelek tiştan ji vê malperê bikire li vir bifiroşe. Dê perakî xweş qezenc bike



11.08.2015 12:50 | mergehez

7. meriv şaş dibe, tiştên ku 1-2 dolar e tu distînî bi hezaran kîlometre dûr ve kargo dişînin heqê kargoyê hilnadin, bêpere ye. çawa li bin vî kulfetê derdikevin aqlê min nabire. meriv, siwarê otepêzê dibe 1-2 kîlometre şûnde peya dibe 2-3 tl dide.



28.08.2015 01:18 ~01:23 | mîr

8. malpera min powerbankek jê kirî û nava 25 rojande hat. ez jî leza wê şaşwaz mam. powerbanka min jî ne xerab e tenê qabloya wê hinekî bi pirsgirêk e lê ew jî şarj dike, lê ez bi qabloya xwe ya telefonê baştir bikar tînim.



06.09.2015 22:01 | azadixwaz

9. malpera min aparateke ji bo sih-kirina paşiya erebeyê kirîbu. xwedê jê raziyan malê min kirî nava 30-40 rojande rêkirin heta nêzikê mala min lê neewneciyên pttyiyan nekarîn bigihênin min. hevalên pir-jêhatî nava hefteyekêde karê xwe pir baş kirine û cihde vegerandine û rêkirine çînê. xel dikarin ji aliyê din yê dinyayê malên xwe bifiroşin, ev gûxwarên gew nikarin ji zikaka li pişt mala me bigihînin me û gû li xwe û karê xwe dikin.

(bnr: xwedê ne ewneçî be)

lê piştî ku min open dispute vekir, zilaman ji ber ku malê min negihaye min perê min li min vegerandin.

(bnr: dest xweş)



28.09.2015 21:56 ~22:34 | azadixwaz

10. malpera ku min jê kilifa dîreksiyonê stand. di nav 14 rojan de hat(amed) û tişta min kirî jî tam wek hêviya min bû.



29.11.2015 19:54 | brusk56

11. xizmetek gelek kêrhatî û serkeftî ye. min jî sîparîşa 4-5 parçe tiştên biçûk da û piştî nêzikî mehekê hatin. yek ji wan şikestî bû lê ew jî %10000 sûcê kargoya tirkan e. tiştên min xwestî jî tiştên wisa ne ku min li tirkiyê peyda nekirine. loma gelek pê keyfxweş bûm. xwedê bêtir bide wan. tiştên ku bûhayê wan 0.8 tl ne jî bêmesref gihandin min.



25.02.2016 21:34 | simurg56

12. malpera ku îro di tê de tiştên gelek ecêb diqewimin. bihayên berguhkan bûye 0.1 dolar. min 45 heb xwest ez ê li hevalan belav bikim*



link1: Here lînkê

link2: Here lînkê

link3: Here lînkê (lê ev qediyaye)

link4: (http://tr.aliexpress.com/item/Senmai-SM-IN701-Stereo-earphone-Fashion-Sport-3-5mm-headset-With-Microphone-For-Mobile-Phone-headphones/32650619554.html)

link5: Here lînkê



22.04.2016 15:55 ~16:01 | mergehez

13. Malxirabo Çi ecêb e yaw, gava dinê li Twitterê de hate rastê min, toximê / benikê difiroşin!

Here lînkê



16.05.2017 17:26 | mîr

14. 'etarê vê sedsalê ye.

(bnr: her bijî serok xi)

Bi dilekî rihet hûn çi bixwazin bikirin. Aliexpress piştgiriyeke mezin didê mişteriyên xwe. Go pirsgrêk derkevê , bawer bikin aliexpress wê çareser bike.

Kargo axlebe belaş e. Ji cînê heta vir belaş , ecêb e ne wisa *

Ev berguhkê orîjînal zehf baş e.
Here lînkê

(bnr: pêşniyaziya tiştên ku ji aliexpress tên kirîn)



17.12.2017 02:27 ~02:42 | gumgumok

15. Her tişt bi erzanî heye li vir. Tiştek nîne ku çênakin. Dişînin heta ber devê deriyê malê. Dinyayeke din e, ava kirin e bi xwedê.



17.12.2017 06:28 | bilbilê dilkul

16. Meriv dikare berçavkên optîk li vir bistîne, ev du car e berçavkên min ê doxtor nivîsî bû min wê derê kirî, di nav fiyetên wê û yên Tirkiyê de zaf ferq heye. Berçavkên ku cam û çarçove bi hev re min li stenbolê de pirsî 500, 600 lîre bû, min bihayê 120 lîre stend.

Gerek e Dereceya camên berçavkên xwe bi vê şiklê bidine firoşkarê berçavkê:

Right (Rast)
SPH: ?
CYL: ?
Axis: ?
Left (çep)
SPH: ?
CYL: ?
Axis: ?

PD: ? + ? = ? mm



17.12.2017 13:35 | mîr

17. (bnr: yanwen economic air mail)



18.12.2017 01:05 | cûndûllah el-kurdî

18. malpera ku dixwazim danûstandinê jê bikim lê tiştek pêwîst nikarim bibînim *
kapîtalîzm tiştek wiha ye dêmek, ji bo danûstandinê hêcatan digerim.



22.12.2017 00:11 | brusk56

19. malpera ku min qet neceribandiye. Heveleke min her tim ji wir tiştik û miştik distendin lê hin caran wisa dereng dihatin ku keçike ji bîr dikir ku ka çi stendiye.



22.12.2017 22:22 | gulêê

20. Malpera ku ez hêj nizanim navê wî çima bi ali yê destpêdike? Xwedîyê wa çîn e lê ali çi eleqe



29.12.2019 18:18 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» aliexpress

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî