Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
amedspor - tirşik
amedspor
(9) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. navê nû ya diyarbakır büyükşehir belediyespor e. amblema xwe jî guheriye û bûye kesk û sor û zer. ser xêrê be. îşelleh bikeve super lîgê jî. niha 2. lîga spor totoyê de dilîze.



29.10.2014 08:02 | simurg56

2. tîma ku ez ê ji Diyarbakır Büyükşehir Belediyesporê zêdetir bixwazim bi ser bikeve..



30.10.2014 01:37 | brusk56

3. tîma berê ne eşkerebû bê çi ye. Niha bûye tîmeke Kurdî, bi hêvî me li ser rêya kurdîtiyê bimeşe



30.10.2014 01:55 | berxweda

4. tîma ku di maça turkiye kupasıde albimo alanyasporê 3-2 têk biriye û heq kiriye beşdarî koman bibe.



30.10.2014 10:13 | brusk56

5. tîma ku ji ber navê wê kurdî ye, başe lê înşellah nebe sedema dejenere bûna ciwanên amedî.



31.10.2014 16:02 | nazim tolhildan

6. tîma ku îro li amedê li dijî gumuşhanespor lîst û nekarî bi ser keve. maç 1-1 xelas bû.



02.11.2014 15:42 | brusk56

7. "amed" xweş e lê "spor" nebûye. êdî ev klîşeyeke berê ye divê êdî komên futbolê yên nû dev ji van navên eblogeblo berdin, bi min bibûya "amed spor kulübü" (amed sk) yanî "koma werzîşê ya amedê" (kw amedê) çêtir bû.



02.11.2014 16:36 | ceso

8. Navê vî guherandin baş e, li twitter ê de tenê tirkî dinivîsin ev ne baş e.



@AmedSpor_SK



02.11.2014 17:51 | mîr

9. di nav werzişede şoreşeke,dibe hemû komen werzişedin jî nave xwe biqulbenin,mînak colemerg SK,geverspor hwd. (bnr: her bîjî zimane kurdî)



02.11.2014 19:19 | hûteheftserî

10. tîma ku min duh peyamek avêt rûpela wan a facebookê û axaftineke wisa derbas bû di nav me de ;



ez ; merheba.

rûpela we amede kirî gelek xweşik e.

lê xwestekek min heye ji we. weke navê tîma me amedspor e û weke amedspor tîma kurdan e, nexwe divê hûn di vê rûpelê de, şandiyên bi kurdî jî biweşînim.

qene hûn dikarin vê bikin ; parve kirinên xwe bi tirkî û kurdî bikin. ma tiştek pir zehmet e ?





amedspor ; Ne zehmetiye eme bi kurdi ji parvebikin sandiye xwe.

U daxwaziya me gava parvekirina kurdi me kir zedetir ecibandin lazime ji mera.



ez ; hûn parve bikin soz em ê biecibînin



amedspor ; Spas henuz em kurd in parvekirinen kurdi sedi sed hebe.



hewce bû piştî van bersivan min bigota ger bi vê kurdiyê be hema qet nenivîsin lê, dîsa jî ji tunebûnê çêtir e ..



02.11.2014 20:49 | brusk56

11. tîma min a nû*

qet kêfa min ji futbolê re nayê lê hebûna tîmeke kurdan a kurdistanî bi rastî jî hewce bû, hê jî hin kurdên me yên devşorbê û ehmeq li dû qûna tîmên serdestên xwe zeliqandî ne qenebî em ê bikaribin dêhn û bala hezkerên futbolê bidin amedsporê.. û ji bîr nekin ku tîma barcelonayê a katalanan xwediyî sekneke netewî ye û hevalên me yên katalan yekem rêxistinên xwe di stada nou campê de kirine



02.11.2014 21:42 | ferhenga şikestî

12. Vê êvarê di sehaya galatasarayê de. 2-0 bera wê daye

galatasaray 0 - 2 amedspor http://www.evrensel.net/haber/102776/amedspor-galatasaraydan-rovansi-aldi-0-2



22.01.2015 23:01 | mergehez

13. tîma ku keyfa kurdan xweş kiriye.

wele helal be ji wan re li hember galatasarayê ku bi tîma xwe ya esîl derketibû pêşbaziyê, gelek baş lîstin û 2 golek xweşik jî avêtin.

bi vî awayî bilîzin wê di lîgê de jî bimînin play-off an.

pêşeroja vê tîmê heye ..



22.01.2015 23:34 | brusk56

14. kifş bûye ku, îşev bi serketina li hember galatasaray'ê ve ez jî tê de bala gelek nivîskaran kişandiye ye.



22.01.2015 23:39 | nazim tolhildan

15. a ku ne tîma karî serkeftinekê li ber galatasarayê standî ye.qasê ez zanim tîmeke bi navê amedspor heye lê yê du gol avêtîngalatasarayê diyarbakirspor e. ez jisporê zêde fêhmnakim lê ku xelet be bila yek ji min re bêje.



22.01.2015 23:53 | azadixwaz

16. tîma bajarê min a ku kutaye di qûna galatasarayê re! de bikutin aslanlar bikutin!

ez bixwe ji futbolê hez nakim û qet naşopînim jî jixwe bi tesadufî rastê galegala vê maçê hatim lê wekî her kurdekî gelek kêfa min hat. hetta ji bo ku vê entryê binivîsim ketim tirşikê, nobedar im û karê min heye bay bay loluniz kapîş?*



22.01.2015 23:58 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedspor kaos ve direniş

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî