Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
avahîsaz - tirşik
avahîsaz
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi kurdî bînasaz, qesirbend, mîmar, e.



21.01.2014 20:29 | simurg56

2. karûbarê mine. lê tiştek nayê hişê min ku bêjim. bi kurtasî; huner a afirandinê ye. hinek ji wan koleyên kapîtalîzmê ne, hinek ji wan jî xizmetkarên mirovahîyê ne.



22.01.2014 01:39 | nazim tolhildan

3. Bela sere endezyarên avahiyan e ji ber ku bêpirs ,bêşêwirîn û bêhesab dikarin li gorî dilê xwe (weke nimûne) stûnan cih bikin an ji stûnan zerengî bikin yanê projeya hatî hisabkirin bilewitînin.tiştekî ji statîkê fêm nakin û ser halên xwe re tên mirov re niqaşdikin û dibejin çawa çênabe? Yaw heval naqedê naqedê!!! çawa dermanfiroş xwe têkilî kar û barên bijişkan dikin û dermanan didin xelkê ew ji xwe têkilî kar û barên me dikin. * (bnr: oxweş! min dilê xwe rehet kir)



22.01.2014 13:27 | karmatî

4. kareke xweş e. her çiqas karmatî dilê xwe rehet bikê jî divê mirov piçek objektif be*.endezyarî û avahîsazî karên cûda ne û ne tenê endezyarên avahîyan, hemû endazyaran di bin avahîsazan de dixebitin. li cem min xwe, endezyarê avahîyan, endezyarê elektrîkê, endezyarê mekanîkê, endezyarê erdnasîyê û endezyarê nexşeyê dixebitin. ango em dikarin bêjin ku avahîsaz serokê orkestrayê ye û endezyaran jî sazbend in. ji bo vê yekê ji avahîsazan re dibêjin belayê serê endezyaranê. Lê wek gotina karmatî hinek ji wan belane û kêrî pîvazekê nayê. avahîsazî karê hunerê ye, eger huner tunebe avahîsazî jî nabe. tişteke din jî; beş a herî zor bijîşkî tê zanîn, lê bi ya min avahîsazî zêdetir zor e. him xwendina wê him jî xebitina wê. dîsa jî, bi her alîyê ve mirov têr dike; alîyê ramanî û civakîyê, alîyê aborî û manewîyê. ji zarokên xwe re avahîsazîyê pêşnîyar bikin, jîyana wan, ramanên wan û nêrîna wan a dinyayê yê biguhare.



22.01.2014 14:12 | nazim tolhildan

5. ji bo kesên kU meraq dikin çend heb mînak:

(bnr: frank gehry)

(bnr: zaha hadid)

(bnr: calatrava)

di google de beşa wêneyan de bigerin.



22.01.2014 14:20 | nazim tolhildan

6. mirov dikare bibêje ku kar û barê xwedemizntiye ye * min heya naha avahîsazek dilnazik ne ditîye.pirraniya wan xweperestin.hinde xwedemezinin ku tirên wan milyon dolaran nayên kirîn * weke hevalê hêja nazim tolhildan aşkere kirî xwe weke kaptanên keştiyan an ji seroken orkestrayan dihesibînin.ez ji peşniyar dikim ku zarokên xwe bikin avahîsaz ji ber ku xwedina beşa avahîsaziye pir hêsan e.ji bîr nekin!endezyariya avahiyan avahîsaziye ji lê avahîsazî tenê avahîsaziye (bnr: hevalên min yên avahîsaz ji hene) : ))



22.01.2014 14:57 | karmatî

7. peyveka pir wate ye.. ji bo endazyarê înşaatê (îng. civil engineer an construction engineer), ji bo mûteahîtan (îng. contractor) û ji bo mîmaran (îng. architect) tê bikaranîn.. lê bi qasê ku dixweyê di tirşikê de bes ji bo mîmaran hatiye bikaranîn.. li gorî min ev bikaranîneke şaş e bêtir dilq û dirûvê mûteahîdê bi peyvê dike..

neyse ez werim ser fikr û tecrûbeyên xwe yên li ser hevalên avahîsaz anku mîmar.. ez bi xwe jî projeyên mekanîkê çêdikim, ji ber hindê li derdora min têra xwe avahîsaz hene.. hê min avahîsazek nedîtiye ku derheqê hevalê xwe yê din ê avahîsaz de xebera xêrê gotî, her wextî gazind û lomeyan ji hevdu dikin û hej hevdu nakin, bêguman gelek egerên vê yekê hene lê bi qasê ku ez dibînim sektora avahîsaziyê sektoreke teng û monoton e û hema bêje her avahîsaz di eynî sektorê de ye û eynî îşî dike.. ji ber hindê hemû avahîsaz beramber û reqîbê hevdu ne.. û wekê ku tê zanîn di her reqabetê de bivê nevê çavnebarî, hesûdî û zikêşî û gelek dilîn û hestên din ên nexweş peyda dibin..

li jor jî hatiye gotin, naxwazim zêde dirêj bikim, gelekî qurre ne, şûr simbêl/keziyê wan nabirre..

endazyarê mekanîkê û endazyarê înşaatê yên ku başebaş dikarin bernameyên xêzê yên wekê autocad û idecat, archicad, 3dsmax bikar bînin bi pratîkeke çend rojekî bihêsanî dikarin mîmariya avahiyekî bisêwirînin.. du meh beriya niha ez û hevalekê xwe yê mîmar ku her gav û seet dikir pitpit û porpor di serê min de, em çûn şert, min go di nav sê rojan de ez dikarim bi autocadê projeya mÎmarî ya avahiya ku tu dixwazî çêkim, sond xwar ku eger tu çêkî ez ê dev ji mîmariyê berdim.. hê roja didoyê xilas nebûyî min çêkir û jê re şand, xwe li bênamÛsiyê danî, go min negotiye ez ê dev ji mîmariyê berdim filan..

lê qedr û qîmetê avahîsazan êdî wekê berê nema.. wekê ku ehmedê xanî dibêje:



''maceraya xidr û dîwarê yetîmê bû selef

vî zemanî her kesek mî’marê dîwarê xwe ye.''



22.01.2014 15:59 | endazer


9. (bnr: avahîsazên kurd ên navdar)



24.01.2014 02:56 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» avahîsazê hundirîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî