Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
bê - tirşik
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. raweya fermanî ya lêkera hatinê ye.. di heman wate û wezîfeyê de peyva were jî tê bikaranîn.. bêtir di hevokên ku li gorî dema bê/were hatine kişandin de tê bikaranîn.. wek nimûne;

- bavê min ê kengî bê?

- bavê te çû êdî nema tê!

wek nimûneya li jor de jî dixweye û tê fêhmê ji bo kiras-xiftanên gulgulÎ yên helbesta kurdî qumaşek baş e..



26.09.2013 20:16 | endazer

2. navê helbesteka şairê kurd rênas jiyanî ye..



''li min vegere

kulê…

roj berî rojeke kesk

bi kulman

êvaran ji min re bîne

bi hembêzan bajaran

ji min re bîne

“yadê” gotina ewilîn a zarokan

hejîran

dîlanan

newrozan…







xerîbê

çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn

ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn

xwîn misîn

bêdengî har, barbar, zinar

şev di êşa law de xelîl birahîm (im)

roj di êşa bav de simaîl (im)

êvar qurban







tik î tenê

bê sî jî

bi fereke dil

bi teşqele

bi kul

di nava destên min de can bide

naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin

ez ê li ber te kevim

van keserên xwe yên qilêrî

bi çavên xwe yên bawî

çendîn li benda hatina te me bi teresî

bê…

an na

wê xortanî ber bavê





/her ku ez li awêneyan dinihêrim

rûyê te bi dizîka li wan tên xêz kirin

mijan li wechê te mayinde kon vegirtine

di rojên zelal û sibehên xunavîn de/





bikeve qeraxa rê

bide tengala bê

û



tagirtî

ji rehên laşê xwe yên tije xwê

amade kirine ji te re min benikên tayê





sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim

di bin çeng de bi xwe re digerînim

te ji kesên nexwendî dipirsim

geometriya gulê nizanin

lê tu, bi dev û lêv, stû û rû

pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê





bê…





bi şiva bejna xwe

li koza deriyê berxikên min xe

ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te

ji bişkulên şil

morîk rêzkirine min li gerdena xwe





çeman

ji kerban

perîkên avên xwe rûçikandin

tu nehatî

dilketî xurifîn

tu nehatî

dest avêtin namûsa hechecîkan

tu cardin nehatî

hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin

tu dîsa nehatî

ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...

ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...

hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu

axx bê! ...

şev û roj li min hatine xezebê

de haaa! ... tu li ku ma ''



26.09.2013 20:17 | endazer

3. bê ; Ev peyv wateya peyvên "ka" û "hela"yê dide, gelek caran bi wan re tê bikaranîn. Dema ku rasterast bi wan re tê bikaranîn di nava hevoka pirsê de cî digire. Ev "bê" kurtbûna awayê lêkera nihêrtinê "binêre"yê jî tîne bîra mirovî. Dibe ku ji wê hatibe kurtkirin.



Ka çi bû?

Hela ew jî nayê?



Ka binêre çi bû.

Hela binêre ew jî nayê?



Îcar dema ku bi tenê tê bikaranîn wateya "ka" an jî "hela"yê dide ku ew jî hoker in. Hevoka pirsê tam çênabe, piştî vê hevokê yê li hemberî te dikare bersiv nede jî. Di vî awayî de "binêre" nayê bîra mirov.



mînak: "Ez tenêgihîştibûm (ka-hela) helbêstvane me ev pirtûkên xwe çawa di nav ewqas sînorên qedexê re derbas kiribûn. (bahoz baran)



05.03.2014 23:45 | havka

4. min digo qey kurtbûna lêkera ''gotin'' yanî ''bêje'' ye



06.03.2014 00:05 | kevçiyê dil

5. ev rave kirin ji bilî mînakê jêgiran e. mînak jî ji pirtûka helîm yûsivî ya auslander beg de (rûpel 21) hatiyê girtin..



06.03.2014 00:15 | havka

6. wateya bê, di nav hevokan de bi piranî nezîkî gelo ye , lê wate gelo nin e, pirsê dihewîne lê pirs tune, bo tegihîna ve peyvê daçek e an hoker e hê nizanim, pir tengasî kişand..



06.03.2014 00:33 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêbextewarîyeke pejirandî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî