Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
crowdsource - tirşik
crowdsource
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sepana google translateê ye.

J'bo alîkirina Google translateê sepaneke bikêrhatî ye. Lê mixabin kurdî nedihewand. Piştî ku min bêçiqas peyam şand îda kurdî ji tevlî zimanên dî kirin.

bêînternet jî dişixulê. Dema înternet çêbû, xwe bi google translateê re senkronîze dikê.

J'xwe berî niha di google translateê de beşa sererastkirina wergerên kurdî vebûbû. Yanî hindik maye ku google kurdî tevlî zimanên androîdê bikê. J'bo vê yekê divê wergerîn û sererastkirinên kurdî têrbin.

J'bo Androidê Here lînkê



17.05.2018 15:41 ~16:20 | gumgumok

2. Bernameya ku Wergera kurdî gelek hêsantir dike.
Mirov him dikare ji zimanên din bo kurdî wergerê dike him jî dikare di nav wergerên ku heta niha ji bo rêzikekê hatine çêkirin, hilbijartinê bike. Yanî di nav wergerên alternatîf de ya herî baş hilbijêre, piştrast bike.

Weke din, eleqeya wê bi kurdî re tune lê, dikare bi kamerayê objeyan li googleê bide naskirin. Wêneyên heyî yên di danegeha wan de kategorîze bike û hwd.

Kengî di di sermaseya Telefona xwe de çavê min lê bikeve, hema vedikim û 20-30 wergeran û hinek piştrastkirinan dikim û dilê xwe rihet dikim.

Bila di Telefona we hemûyan de hebe tirşikhezno.



08.12.2019 11:59 ~12:00 | simurg56

3. li gorî telefona min Sepana ku di naverojê de herî zêde bikartînim e. Ji tirşikê re bûye qeb.

Bi pirranî wergerê dikim lê demam dixitimim derbasê rastandina wergerên din dikim.



08.12.2019 14:40 | xelîl

4. karê pêşvebirina kurdîya google translatê gelekî hêsantir kirîye, ez jî hewl didim hinej werger û kontrolkirinan bikim, heta ji destê min tê.

ji bilî wergerandinê kontrolkirina nivîsandina bi qelemê li ser telefonê jî heye. ew jî gelekî baş e.



08.12.2019 22:25 | xendekî

5. Sepana ku nivîsa desta bi google dikare bê nasandin. Ji vê Here lînkê derê dikare sepan bê daxistin. Paşê zimanê kurdî (kurdish) bê hilbijartin û êdî çi ji destwe hat li kurdiya google yê zêde bikin. Dikarin wêneyê tiştan bikêşin û navê wê bi kurdî li ser etîket bikin da ku google wê binase.an jî wêneyên berê hatine kişandin dikarin kategorîze bikin. Her wiha nivîsa desta dikarin binivîsin û piştras bikin. Ev hemû tişt dê kurdiya google pêş bike û wergera kurdî hêsantir bike. Tiştê ji dest we hat texsîr nekin.



13.04.2020 00:55 | tîrêj zana 21

6. belê bi kar anîna CROWDSOURCE pirr hêsan e.Mînak tu wêneya pênûsekî dikişînî û bin wî de jî tagan dinvîsî wek pênûsa sor , pênûsên bi reng.Dû re dişînî.Ev jî kêrrê vî yekê tê dema ku kesekî li ser Google/images wêneyek bi kurdî geriya wek ku mînaka me pênûs bû , ku pênûsê bigere wê demê ev wêneya pênûsa me jî wê derkeve hemberê wî.
Min jî daxist û bikartînim , carnan kombersa xwe de wêneyan vedikim û wisa binav dikim.Lê xweza me bidîtiba ku îstatîstîkên ji bo zimanê kurdî bûne çend.Ango kesên ku ji bo zimanê kurdî xebatê dikin çend in.
Welhasil min tenê kurdî bijart û carnan ez ê wisa wisa wêneyan bar bikim...
Vîdyoya li ser rûpela crowdsourcekurdî ku bi kar anîna crowdsource çawa ye ev e ; Here lînkê temaşe bikin û carnan hûn jî çend wêneyan bikişînin û bar bikin.



13.04.2020 01:06 | brzn

7. sepana ku ez ev bû salek zêdetir bikar tînim. divê her kesek vê sepanê daxîne û rojê du sê peyv û hevok wegerîne, qet nebe yên wergerandî kontrol û rast bike.



13.04.2020 01:10 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» crowdsource

Kategoriyên mijarê:: malper teknoloji malper teknoloji malper teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî