Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
derew - tirşik
derew
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. virr,di sermê de xitmandina qulikên xanî bi potikan...



20.07.2013 20:44 | cirano

2. mesela gotinekê rtê di heman demê de derewek e.



02.09.2013 15:27 | filankes

3. bi min nexweşiyeke derûnî ye....



11.09.2013 00:16 | welat colemêrgî

4. ji gotinên ne rast re tê gotin.



11.09.2013 01:38 | janperest

5. Navê sitraneke ez pir jê hezdikim e. Sitrana Siya Sevê ye.



11.09.2013 01:59 | hemdilaarda

6. dema dibên "derew" Hesîp kaplan (gur hesîp) tê bîra min *))



02.02.2014 00:16 | remêyê neco

7. derew pişkê te ne *



23.03.2014 20:18 | gêjê

8. kufr e,

fadilê cizîrî belesebeb nabêje ''yarîkên vî zemanî bi dev dost in, bi qelb û dilê xwe kafir in''

û bavûkalan belesebeb negotin ''qûna elimî tira, devê elimî vira (derewa) çênabe heta kurê kura''



14.04.2014 01:18 | endazer

9. Ji druza avestayê çêbûye. Dreama ewropiyan jî ji druzê welidiye. Erê bi qur'an*



24.08.2021 04:02 | tizbîkêş

10. Peyva ku hevalek minî berê anîye li ber çavên min. Wan çaxa di nav sofîka de me û em 6 keçik di xûrfkê de dimînin. Hemu ji min re qencin û ji min mezintir in nexasim, ez jî li ber wan bi rûmet im qedrê wan digirim. Ev havala ku ez qala wê dikim keçikek Mêrdînî ye bes ne Kurmanc e, Mehelmî ye. Di nav me de ez û ewa ha, em ne nixûmandî ne lê malbata keçikê sofîk in. îca, kêfa herkesî jê re nedihat lê li ber dilê min gelekî şêrîn bû. Yeka henekvan, sersar, xweşik, wêrek û derewîn bû. Carnan derewê wilo dikir ku tu kes pê nedihesîya ku derew in. Derewên gelekî rêsen û bêhempa dikir ku tu kes şik nedibir. Meriv digot kes li ser tiştekî wilo jî derewa nake lê carnan gava ez pê re diaxivîm ji min re rastîyetê digot. Wê demê, ez mat dimam. Ji ber ku min bawer dikir ku gava yek derewa bike, mebestek wî yî pragmatîst heye. Ji bo xwe ji rewşek xelas bike yan ji bo dilê kesî nemîne... Lê li ba hevala min, ne wilo bû em hema derewa dikir lê gelemperî kêrî wê nedihat bes me ji kena difetisand.
Nîşe:
Ev îsal çend sal ne min ew dîtîye, şopa wê jî hunda kirîye. Ger rojkê nigê wê an havalek wê bişemite û bikeve tirşika me , bila ji min re peyama bişîne. Min zaf bêrîya wê kirîye.......



24.08.2021 18:09 ~18:12 | pîroz

11. Kirmanckî dibe (bnr: zure) (m)



24.08.2021 19:23 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» derewên ku herî zêde tên kirin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî