Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
derî - tirşik
derî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. devera cihê çûyin û hatinê ye. lê ez vê meraq dikim; gelo ji bo çi em ji ew tiştên ku em li van deveran cih dikin re dibêjin derî? mesela 'derî kişandin'. derî tiştekî sabit e, ka emê çawa tiştekî sabit kilbikin. 'derî girtin' çêtir e.



mînak : hundir sarbû hela derî û paceyan bigire



23.02.2014 20:54 | mergehez

2. li ba min stranê ciwan hoca herî xweş "hate ber derî"ye...mirov dema evîndar dibe dil dixwaze vê stranê tim û tim guhdarkê..

Gotina Stranê Ciwan Haco - hate Ber Derî



Hate ber derî min lê nenêrî

Lê gava ew çû, min dil daye dû

Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş

Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû



Yara min bang kir, ey bilbilê dîn

Li ser çi digirî, qêrîn û nalîn

Yara te va ye, li ber çava ye

Ev deşt û çiya, tev xweş kir bi bîhn



Bilbil tu d'zanî gelo ez kî me

Tu tim serbest î, lê ez girtî me

Bê lîs û bê hêlîn, bê ol û bê dîn

Ez im cegerxwîn, xortê kurdî me



hele ji vir guhdarkin: http://www.youtube.com/watch?v=GbCKK4gLOZs



23.02.2014 21:18 | kurdoyevskî

3. (bnr: dergeh)



23.02.2014 22:43 | dastanekkevin

4. (bnr: zeki demirkubuz)



24.02.2014 19:26 | nazim tolhildan

5. navê dîwana helbestan a yıldız çakarê ye..



24.04.2014 23:08 | endazer

6. tê girtin, tê dadan, tê bi cih kirin, didin piştê, lê nayê qepat kirin.. wek;



- derî dade (rast e)

- derî bigire (rast e)

- derî bide cih (rast e)

- derî bi cih bike (rast e)

- derî bide piştê (rast e)



- derî qepet ke (xelet e)

- qapî qepetmîş ke (xelet e)



24.04.2014 23:11 | endazer

7. ev jî rast in...

derî pas hiştîn (vekirî helîn)

derî kîp(çîp) kirin (girtin)

derî ser piştê dan..

derî vekirin



24.04.2014 23:26 | havka

8. bêşa avahîya ku meriv têde dihere/dikebe hindir û ji hindir dertê derve, bi îngilîzî doorîye.



10.12.2015 00:16 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» derîefsûn

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî