Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
dilketî - tirşik
dilketî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dil lebata laşê mariv e û nikare bi tena serê xwe biryarê bide, beriya ku dil biryarekê bide, mêjî diponije, difikire û biryarê dide piştre li dilî dişewire û jê ve encamekê derdikeve..

du biryarên sereke hene, yek ji wan girêdayî mantiqê ye, yek ji wan jî girêdayî wijdanê ye. lê carinan dikevin li nava nakokiyê û bê'biryarê çêdibin, tê gotin ku di vê dinyayê mirovên xerab hemû biryarên xwe bêî ku li dilê xwe bişewirin digirin yanê hêla wijdanî/dilî ya biryara wan qels e, kêm e, tune ye..

biryarên ku bêî mejiyî tên girtin jî ji hêla mantiqê ve probleman didêrînin. bi kurtasi dil sereke û bingehîn ê çavkaniya tevger û helwestan e, di encamê de mirov dijî

ketî jî ji raveka lêkera ketinê hatiye kêşandin, ji bo yên ku dilê wan dikeve li ser dilekî din têgeha ha tê karanîn

wek 'dilê te ketiye kê? yanê îfadeya eşq û evînê ye

yek jê xweştirîn peyveke ji peyvên kurmanciyê ye ku gelek kêfa min jê re tê...

mejî dikare hukim li ser dilî bike lê di vê rewşê de nikare tiştekî bike ji lew dil ketiye û êdî nema tê kontrolkirin, bi awayekî metaforîk û nedîtbarî jî taswira rewşa eşqê tê kirin.

bi rastî jî mirov pirri caran di navbera dil û mejiyê de dimîne û bi pirranî jî ji bo berjewendiyên xwe biryara xwe li hêla mejiyî ve dide ango mantiqê hildibijêre lê di vê rewşê de dil xema mejiyê naxwe û dikeve li pey dilekî din û bêî ku berjewendiyên xwe bifikire bi tena serê xwe biryarê dide...



12.01.2015 18:31 | ferhenga şikestî

2. xweş awazeka siya şevê ye, çawane heta niha di tirşikê de mijar li ser venebûye? eyba mezin şerma giran.. kes nizane gotinên stranê dibêjin çi, lê ser me re xwudê heye jê re meqam û melodiyek xweş danîne, bawerim cara ewil siya şevê bi ser navê rock mûzîkê di nav straneka xwe de helbest xwendiye bi vê stranê.. *






3. (bnr:

)



12.01.2015 18:44 | ferhenga şikestî

4. ew hesta ku dilê mirov dikeve 'ciyekî' yekî/yekê.



12.01.2015 21:35 | gernasnenas

5. serxweşîya evîn.



13.01.2015 03:54 | brûsk

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilketî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî