Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 43 peyam
erupel.com - tirşik
erupel.com
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. e-rûpel



Malpereke Kitêban derheqa kurdan û bi zimanê kurdî difiroşe.



di Malperê de vebijêrka Herdu diyalekta zimanê kurdî wek kurmancî û zazakî her wiha îngilizî û tirkî hene.



Vê Gavê zêde Kitêb têde tune ye, em li hêvî ne roj bi roj pêş de here.



http://erupel.com





20.01.2015 22:20 | mîr

2. Malpereke E-pirtûkfiroşiyê ye. Ez bixwe çi kitêb be çi kovar be, ji pirtûkfiroşan dikirim, lê eger kargo beleş be û buhayê kitêban maqul be dibe ku ji vir jî bistînim. Yan na ji xer derên weke medya, aram û nûbiharê vêgavê îşê me dîbînin.

(bnr: e-pirtûkfiroş)



21.01.2015 02:08 | seydayê_peyvan

3. (bnr: geşbûna bazara pirtûka kurdî)

Heke ev bazar geş bibe û bi vî awayî alternatîf çêbin wê buhayê pirtûkan jî dakeve.



21.01.2015 02:28 | xendekî

4. bi min xweş tê ku bê qiredî qartî jî pirtûkan dişînin ji xwîneran re û tu dikarî li ber derî heqê pirtûka xwe bidî.



14.02.2015 13:36 | xewnname

5. malpera ku min berî çend rojan sîparîşek jê xwestibû. îro e-peyamek şandine û ji bo bi dereng ketina pirtûkan, lêborîna xwe xwestine. baş e, qet nebe bi mirov re dikevin têkiliyê.

lê e-peyama xwe bi tirkî nivîsandibûn. min jî bi rexneyekî bersiva wan da.



28.03.2015 10:28 | simurg56

6. bi qasê min dît, malperek rastîn e, yanî dixebite.

min 2 pirtûk ji w an xwestin, camêran şandine lê ji ber ku remlavêj li navnîşana ku dabû "nayê naskirin" pirtûk li wan vegeriyane.. camêran ji min re peyamek şandin û gotin pirtûk vegeriyane wan, min jî navnîşanek nû da wan û xwest dîsa bişînin.

gotin em ê dîsa bişînin lê vê carê kargo ji kîsê te ye, min jî got temam. niha pirtûk hatin.



welhasil mirov dikare bi wan re bikeve têkiliyê, ev jî tiştek gelek baş e. ne fîrmaya telesekreteran e.



18.04.2015 12:48 | simurg56


dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» erupel.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî