Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
eşîr - tirşik
eşîr
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê bername û rêzebelgefîlmekÎ ye ku di trt kurdî de tê weşandin.. di her bernameyekî de li ser eşîreke kurd disekine, bi giregir û malmezinên eşîrê re li ser pirsa eşîr çawa çêbûye, navê xwe ji çi standiye, çend gundên eşîrê hene filan disekine.. fikreke xweş e lê bername biçekÎ zêde amamtor e..



10.05.2015 17:25 | endazer

2. (bnr: eşîrên kurmanç)



10.05.2015 18:26 | cinorek

3. peyva ku hin herêman weke êl tê bi lêv kirine.

'eşîr bi 'erebî ye, êl jî bi tirkî. di nav kurdan de dibêjim qey peyveke rasterast şwîna(şûna) wê bigire tune ye. ya herî nêzîk "mal" e lê ew jî cihê wê nagire.



wek mala keleş, mala hecî ûsiv, mala bedirxana. ev mal gellek caran ne navê eşîrê lê navê bavikê malê ye.



11.05.2015 01:00 | berxweda

4. Bi kurdî hoz e. Peyveke hînd-ewropayî ye. Lê belê bi giştî eşîr û êl tê bikaranîn..

Di hînkera kurdîderê de jî hoz tê bikaranîn..



11.05.2015 01:23 | mergehez

5. bi kurmancî jê re êl, ezbet, hoz, qebîle jî tê gotin, di nav van de ya ku ez zanim hoz bi eslê xwe bi kurdî ye, lê ferq nake, hemû peyvên din jî êdî bûne malê kurmancî..



11.05.2015 01:26 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» eşîra raman

Kategoriyên mijarê:: yendin tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî