Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
fairuz - tirşik
fairuz
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Feyrûz, Fairouz, Fayrouz an bi navê rastîn Nouhad Wadi' Haddad. Stranbêjek libnanî ye. bavê wê wadi haddad ji mêrdînê ye. dayîka wê liza al boustani suryanî-marunÎ yek ji libnanê ye. her wiha bavê wê jî suryanî ye. di sala 1935 an de li jabal al arz hatîye dinê. ew û ummu gulsum li cihanê navdartirîn stranbêjên ji rojhilata navîn in.

di 71 a de diçe amerîka konserek dide û li dinyayê deng vedide. li new york, londra û parîsê jî konsera dide. piştî şerê navxweyî li libnanê destpê dike
ji libnanê dernakeve û bi stranên xwe dibêje. ber xwe dide. lê di dema şer de li ser sahnê qet nekenîyaye.

stranên wê ji hêla stranbêjên tirk ve jî hatiye gotin. wek ajda pekkan, erkin koray, Ferdi Özbeğen, Neşe Karaböcek, Kamuran Akkor, Semiha Yankı...
dema ku mihemed şêxo jî diçe libnanê feyrûz jî dibîne û li bin bandora wê dimÎne.

niha 80 salî ye hê jî stranan dibêje. kurê wî Ziad Rahbani jî bestekar. bi hev re stranan ava dikin.
74 heb albûmê wê heye. carna di salekî de 4 5 6 albûm derdixist. di albuma wê ya bebalee de strana yemken cover a imagine ya john lennon e.

çend stranê wê:

yemken




Al bostah




Fe kahwe Al Mafrak




sallimleh alayh




û divê ev mijar ceso vekiriba. * ya rastî kêfa min zêde ji stranên erebî re nedihat. ji ber ku ji ereba û erebî re nayê. lê ev harmet û ummu gulsum û ceso * li ber guhê min şêrîn kirin hebek.



15.06.2020 18:41 ~18:43 | xwelî li ser

2. (bnr: biktub ismek ya habibi)
Stranbêja stranên wê meriv hardikin meriv li dara, dîwara dikê/oşe : ) stranên vê xanima dengxweş meriv vedipesirînin û aramî didin meriv, serê sibehê dema meriv ji xew şiyar bû an meriv westandîbe qehwe û çîqolatayê merci liber merivbe (îcabê stranê nake) û gohdar bike tu westandin namîne.. Dema meriv zêde gohdar dike neriv jê di kerixe xewa meriv tîne. Dengek germik û nermik lisere, Cara yekem min bi xêra sûriyeyîyan gohdarkir ew pir hez jê dikin û dikarin bi se'etan gohdar bikin, playlîsta wan tije (bnr: george yusuf) (bnr: sarya sawaz) û (bnr: feyrûz)e. Stranê lê didin hetanî di hişê meriv nenin nasin, bi vê yekê min ev stranbêj naskir di playlîsta minde jî cihê xwe girtiye her çikas jê fehmnekim jî jixwere carê wateyek lê bardikim * û car car gohdardikim.



15.06.2020 21:58 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fairuz

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî