Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
firdik - tirşik
firdik
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarineke xweş e havînan dihê xwarin. min ev jî li bam mêrdîniyên serxet û binxetê xwariye ku ji nan û mastî çêdibe.

helbet xwê jî dikevê.



16.12.2013 02:38 | dijber

2. li gorî wîkiferhengê di helbestê de ji bo her rêzikê firdik jî tê gotin, yanî firdik hemwateya rêzik, riste û misreyê ye.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



28.04.2014 14:24 | kevçiyê dil


4. tenê fird jî dibêjin....nanî hişk û bi şîra germ tê çêkirin re jî fird tê gotin..



26.07.2015 22:51 | havka

5. navê nivîskarekî nû ye, belam hê çomez e.
Navê wî jî xweş e *



24.11.2019 00:59 ~01:01 | gulêê

6. ez şaşim an li gorî peyamên li jor û firdika ku li ba me(nisêbîn) çê dikin ji hev cûda ne. Li ba me firdikbi savar û mast tevlîhev dikin û dixwin. Wekî din em dikarin ji bo peyva firdik, hemberê wê di tirkî de bulamaçê



26.04.2020 03:43 | merwano

7. firdik , hûrdikê nan û xwarinê ye (yemek artığı)



26.04.2020 03:54 | shwinsherm

8. Xwarineķî ku navê wê î tirkî qe ne xema min e. Belkî bi tirkî navê vî xwarinî nîn be, lê dîsa jî kurmancê me dixwazin navekî tirkî jê ra bibînin!

Li nisêbinê me jî bi piranî bi nan û mast çê dikir. Lê bi qasî ku dizanim gelek cureyê firdikê heye. bi sîr û mast jî min bihîstîye.



04.12.2020 00:36 | hueyn

9. Xwarinek bi şîr û mast tê çêkirin.
Gava bi mast be çêkirin: firdikê mast,
Gava bi şîr be çêkirin: firdikê şîr. Li gorî kêfa mirov dikare tiştên cûrbecûr jî bixine. Mînak dims.



04.12.2020 13:48 | demsal

10. Li devera me bi wateya pirt û parçeyên nanê yên jiber xwarinê dimîne dihê bikarhanîn.

Rojekî em çûbûn mala naskiriyekî. Em rûniştin ser sofrê. Û li xwarinê vebûn. Pênc deqe pişt re ew naskiriyê me ji zarokê xwe re sê çar caran got ufaltı yapma, ufaltı yapma. Paşî em xwe gihandin mala xwe min ji diya xwe pirs kir got ku yadê ufaltı yapma çi ye? Got ango firdik meke. Yanê jinik digot kırıntı yapma. Vêca çima di bîra min de beredayî cîh digrê ew rûdan nizanim.



04.12.2020 20:21 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» firdik

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî