Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
firmêsk - tirşik
firmêsk
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rondik, hêsir, xilolîk, ava ku dema mirov digirî ji çav dinizile tê xwar..



30.05.2014 03:38 | endazer

2. stranbêjeka ji başûrê kurdistanê ye..

min navê wê gelek bihîstibû lê cara ewil dengê wê min bi vê stranê bihîst;



'Nazanim dinya roj e ya şew e, hemû karekem xwarin û xew e' *







30.05.2014 03:40 | endazer

3. min firmêsk im to baran î

-ji helbestekê-



19.03.2015 00:19 | seydayê_peyvan

4. ew hunermenda ku favoriya min a vê taliyê ye..

ji bo xwejêkirinê peywira cîletê çi be, ji bo depresyon û melankoliyê jî ev canika delal jî ew e..

mariv ji nehwirînên rengîn ên dengê wê têr nabe, dibe ku li ser kombersê bi kelogirî bi saetan rûnî û bi deh rûpelan entryên derbider binivîsî û piştre her tişt bêwate bibe û yekcar hemîyan jê bibî..

cîhanek heye lê ne ya me ye..



















30.03.2015 22:56 | ferhenga şikestî

5. navê stranbêjeke ji rojhilat e. ji mahabadê ye. dengê wê zelal e û şîrîn e. kurmanciya wê jî hêja ye. ev çîrûskên ji rojhilat tên min kêfxweş dikin. (bnr: rockurd)



malpera fermi:Here lînkê

çend muzîkên wê:

















29.08.2015 00:45 ~00:48 | berxweda

6. Stranbêjek ji Rojhilatê ye ez jî ne xelet bim. Ev du sê roj e ez guhdar dikim. Dengê wê gelkî xweş e û min biryar daye ez ê daweta xwe de bi vê strana wê dansê bikim ^^



25.07.2016 02:37 | biaqila malê

7. Stranbêja ku min anha tam li vê kêliyê îmana xwe pê aniye.



16.08.2016 02:52 | biaqila malê

8. Hunermendê delala xweşik e û hevpeyvina ku ji bo popkurdê Osman mihemed pê re kiriye ye.hevpeyvînek bi kêyf e.Temaşe bikin,mirov dikare bi hêsanî jê fehm bike.




13.04.2020 16:38 | brzn

9. peyveke pirr xweş e. bo min bi peyva xewn re, peyva herî xweş a kurdî ye.



28.08.2021 01:13 | xelîl

10. hunermendê ku demek pêş de bi mem ararat we stranek xweş çêkiribû. Klîp jî fantastîk bû.



bihar
Ew behare gul serderdênin
Xemî zemanem le dil derdênin
Heste ba biroyn dunya zor xoşe
Le badey behar tozê binoşe
Heste heste damenişe
Jîyan ta ser namênê
Xoşî min û to rûnakî dênê
Xem û pejare le dil erfênê
Ke desman le des lêw bepêkenîn
Heta kû mawîn le behar dejîn

Awa bihar hat ji bo min û te
Ji Binevş û beybîn e taca serê me
Hêvî û şahî ye strana min û te
Baxê buhiştê bûye warê me

Muzîk û Gotinên Bi Soranî :Firmêsk
Gotinên Bi Kurmancî : Mem Ararat
Aranje : Azad Yilmaz
Gîtara Klasîk: Egît Ayaz
Akordeon : Onurcan Sevîm
Perkusyon,Strîng : Azad Yilmaz
Gîtara Bas : Haşim Dogrûl
Edît,Mîks û Masterîng :Xebat Aşmî
Kamera/Edit : Robin Arslan



28.08.2021 04:20 ~04:21 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» firmêsk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî