Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
goethe - tirşik
goethe
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xerîb e çawa ser navê Goethe heya niha kesek nenivîsandiye * (bnr: jana werther) a Goethe şirîna ber dilê min e, çend sal berê min kurmanciya wê jî stendibû lê ya rast ji ber çend sedemên şexsî min kurmanciya wê ji serî heya dawî nexwend, lê dûre tûşî çend rexneyên wisa tûnd hatim, derbarê zimanê wê de digotin ku gelekî ferhengî ye, heval dibe ku rast bin, ew li aliyekî, lê ez bixwe dibim, dîsa jî sirûşta Goethe resimandî û êş û jana werther a kezebsotî bi her awayî kare were xwendin....



30.04.2015 19:50 | elomelo

2. johann wolfgang von goethe (1749–1832) romannivîs, helbestvan, zanistvan, firmesun û deh salan wezîrek elmanî bû.



J. W. Goethe di 23ê gelawêja 1749an de li Frankfurtê ji dêya xwe bûye. Ji ber ku dê û bavê wî bi zanist û hunerê ve mijûl bûne li hawîrdoreke hunerhez mezin bûye. Di şanzdehsaliya xwe de ji bo perwerdehiya hiqûqê çûye Leipzigê. Piştî ku ji ber nexweşiya xwe vegeriyaye Frankfurtê li ser wêje, kîmya û olê xebitiye. Di sala 1770an de çûye Strassburgê û li wir helbestvanê herî navdar ê wê serdemê, Herder nas kiriye û bi saya Herder bêtir giringî daye helbestê û bi vî awayî dirûvekî nû daye helbesta elmanî. Di sala 1774an de "jana werther" nivîsandîye. Ev roman wek destpêka berhemên kemilî yên Goethe tê binavkirin.



Goethe di sala 1776an de bûye şêwirmendê dukê Waimarê û her wiha bûye rêveberê şanoya Waymarê. Wî ev vatinî heya dawiya jiyana xwe domandiye.



Di sala 1786an de çûye Romayê û heya sala 1788an li wir maye. Di van du salan de şaristaniyeta Yewnan û Romayê vekolandiye. Piştî vê serdanê di berhemên wî de bandora herdu şaristaniyetan zêdetir bûye. Wî şanoya xwe ya bi navê Egmont li Romayê nivîsiye.



Di sala 1808an de bi handana Schiller berga şêrîn a berhema xwe ya navdar Faust qedandiye. Wî berga duwem ya vê berhema giranbiha çend hefte berî mirina xwe temam kiriye. Goethe di 22yê Adara 1832an de çûye ser dilovanşya xwe.



Berhemên wî yên sereke ev in: West-oest Licher, Faust, Iphigenie, Wilhelm, Meister, Kont, Egmont, Tarkuato Tasso, Herman û Doratho.



Goethe wek serkêşê wêjeya klasîk a Almanî tê binavkirin. Wêjeya Almanî bi saya wî di wejeya klasîk a Ewropayê de bû xwedî cihekî girîng. Her wisa rexnegîrên wêjeyê hevbîr in ku wî her çiqas bi Almanî û wekî Almanekî nivîsandibe jî her tim nirxên gerdûnî derxistin pêş.



nîşe: agahî ji wîkîpedîa kurdî hatine wergirtin.



08.08.2016 00:26 ~00:28 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» goethe

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî