Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
gumgumok - tirşik
gumgumok
(12) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwêrkişokek ji malbata Laudakia ye.Girsin,bi drî ne û bi granî ciyê kevirî dijîn...



18.07.2013 23:00 | cirano

2. dema em ber gûmgûmokan re derbas dibûn me diranên xwe diveşartin,me devê xwe ne divekir.me bawer dikir ku heger gûmgûmok diranên me bihijmêrin we diranên me wê bikevin.. (bnr: aqlê zaroktî)



18.07.2013 23:04 | shepirze

3. gumgumok çîyayî, marmarok jî deştî ne...



19.07.2013 00:16 | devliken kelogiri

4. (bnr: sergumgumok)



18.07.2013 16:19 | berxêres

5. xwêrkişên kurdistanê



20.07.2013 11:17 | cirano

6. li cem me ji bo gumgumên kiçik tê gotin.. gumgum jî ew misîn û metereyên hesin yên ku tê de li ser agir av tê germkirin e.. navê xwe ji çi standiye nizanim lê eger navê wê ne ne gumgum lê gupgup bûya min tez û teoriyek fantastîk jê re amade kiribû.. heyf! *



26.10.2013 23:14 | endazer

7. nAVÊ FLÎMEKÊ ÎRANÊ YE KÛ MiN PAR TEMAŞE KiribÛ. navÊ FLÎM YÊ ORJÎNAL marmoulek (مارمولک) E. flÎMEKÊ GELLEK XWEŞ E. fLÎMEKÊ TRAJÎK-KOMÎK E. serlehengÊ FLÎM Ê Bi navÊ RizayÊ gumgumok ji ber dizÎyÊ di kevÊ hepsÊ. piştÎ demekÎ ji hepsÊ di revÊ Û diçÊ gundekÎ. lê gundÎ nizanin ew diz e. ji ber KÛ riza xwe wek mela nÎşan didÊ. gundÎ gellek hejÊ dikin.. welsasil flÎm li ser melatiya rizayÊ gumgumok a li wÎ gundÎ ye... ger hewe li ser Înternetê dÎt muheqqeq temaşe bikin..

(edit: min navnÎşana flÎm dît. ger hÛn bixwazin dikarin ji vir temaşe bikin : http://www.sine-goz.com/iran/kertenkele-marmoulak-2004/ )



26.10.2013 23:42 | nan û av

8. ew heywanan diranan dijmire. gumgumok dirane kê bijmire dirane wîya hirşe..piçuktîyaminda kingê me gumgumok dirît me devexû digirt boy gumgumok diraneme nejmire...



12.12.2013 01:37 | sîyabend

9. bi qasê ku tê bîra min li gor aqilê zarokatiya me heywanê ku kuştina wan xêr bÛ. heta digotin ku kuştina gumgumokekê berdêlê kuştina kafirekê ye. kuştina marmeroşkan jî guneh bû.



22.12.2013 18:02 | oxir

10. berê di ku ê ku heft gumgumok a bi kujê wê çê cinetê. mala bavê deruwa be!

(bnr: xurefe)



09.03.2014 20:45 | mamostanısebin

11. (bnr: di nav kurdan de xurafe û baweriyên betal)



09.03.2014 22:53 | endazer

12. gumgumok ajelek bi erdêve dire. ji ber zû hereket dike bi zaroktî ez pir jê ditirsiyam.



09.03.2014 22:58 | azê

13. ji bo ajalek dişibe wê : (bnr: marmarok)



09.03.2014 23:03 | mergehez

14. Li gora efsaneyê dema Nemrûd Hz.Brahîm diavêje nava agir hemû heywan tevdigerin ku Hz.Brahîm ji agir azad bikin û agir vemirênin. Tê gotin ku tenê gumgumok tevdigerin ku agir gurrtir bikin. Di hedîseka ku dibêjin pêxember gotiye dîsa behsa vê rewşê tê kirin, ne'let li gumgumak hatiye kirin û kesên gumgumakan bikûjin xweyîxêr têne dîtin...

dibêjin pêxember gotiye:

Kesê gumgumokekî di derbekî de bikûjê jê re 100 xêr hene. Kesê 2 derba de bikûjê ji wê kêmtir, kesê 3 derban de bikûjê ji yê 2 derban de kuştî kêmtir xêr jê re heye..(Muslim, Selam, 147; Ebu Dawûd, Edeb 175; Tirmizî, Ahkâm 1)



28.02.2016 21:25 ~21:27 | nan û av

15. Di zarokatiya me de, mezinan ji me re digot: " Ku we gumgumok dît, devé xwe bigirin. Ku hûn devé xwe vekirî bihélin, dibe ku gumgumok diranén we bijmér e. Gumgumok diranén kî bijmér e ewé di nava sé rojan de bimir e." Em jî ditirsîyan. Me devé xwe digirt û me gumgumoka dida ber dara.



28.02.2016 21:45 | apê mihyedîn

16. ajala ku ferman ji bû kuştina wê hatiye dayîn, ajala min mereq kir zirara wê çiye piştî soykirima/cenosîda rastî hatiye? tiştek balkêşe dema qemçika wê jê dibe jî çend deqe di livite!



Here lînkê



28.02.2016 22:34 | shorbevan

17. Berî hatina ola îslamê ji ereban re gumgumokxwar digotin belkî ji ber vê di çanda ereban de cihê gumgomakan neyînî ye..



29.02.2016 00:20 | havka

18. navê tirşikvanekî ye avatara xweda wêne ya rte zelikandî ye



27.03.2016 16:55 | quşxaneli

19. avatara camêrê da stûnanda kesk sor û zer heye ez bawer dikim ji bo xatirê wan reng a rte daliqandîye



28.03.2016 02:08 | quşxaneli

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gumgumok

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî