Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
hematokezya - tirşik
hematokezya
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di tibêde ji bo rewşa di gaytayêde hebuna xwîna sor tê bikar anîn. Nîşaneya xwînî buna ji roviyan e. Carna xwînî bunên ji hemoroîdê ango bawesîrê bi vê rewşê tê tevlîhev kirin. Carna nîşaneya nexweşiyên wek polîp an jî kansera roviyan e.

Di xwînî bunên ji jorde xwîn ne sor e û rengê gaytayê reş buye; ji vê rewşê re melena tê gotin.



11.05.2016 00:20 ~00:24 | azadixwaz

2. yek ji nîşaneyên xwînîbûnên sîstema gastroîntestînalê ye. li gorî çavkaniya xwînê, du cûre ye.

1- xwînîbûna ji beşa jor ya sîstema gastroîntestînalê ye.

Di vir de, ozofagus(lûleya xwarinê ya ji dev heta ûr), ûr an jî beşa ewil ya roviyên zirav (duodenum, yanî 15-20 cmyên ewil yên roviyan) çavkaniya xwînê ye.



2- xwînîbûna ji beşa jêr ya sîstema gastroîntestînalê ye.

di vir de çavkanîya xwînê, beşê din ya roviyên zirav (jejenum û îleum) an jî roviyên stûr (kolon, rektum, anûs) e.



hematokezî an jî hematokezya, piranî nîşaneya xwînîbûna ji beşa jêrîn e. lê ger xwînîbûn ji jor be lê herka wê gelek zêde be yanî xwînîbûnek gelek cîdî be, ji ber zêdebûna mîxtara xwînê heye ku bêyî ku were guherî û bibe reş, xwîn dikare ji anûsê bi rengê sor jî derkeve.

yanî hematokezya piranî di xwînîbûna jêrîn de tê dîtin lê carina di xwînîbûna beşa jorîn de jî tê fîtin.



11.05.2016 23:35 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» hematokezya

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî