1. Malpereke girêdayî dogan holdîng e, slogana wê “Malpera heri mezin a firoşgeha dijîtal ya tirkiye” ye. kategoriyên wekî Kombers, Têlefon, Cilûberg, sol, saet, Qirtasiye, pêlîstok, berçavk, kozmetîk hwd. têde tê firotin. Hejmara Kategoriyên wê gelek dewlemend e, malpereke Hinekî biha ye lêbelê meriv dikare bawerî xwe pê bîne, tiştên ku li gorî dilê xwe bistîne. |
|
17.04.2015 10:40 ~14:08 |
mîr
|
2. sîteke danin û stendinêye wûn didin lê nastînin haya we ji we hebe bi mirov dide gotin bnr: paranerede.com |
|
17.04.2015 11:00 ~11:00 |
shorbevan
|
3. malpera kirrînûfirotinê ye, an rasterê yek ji wan firoşgehên sanal e.. dev ji wî hiş û mantiqê tirkî berdin ji bo xwudê wekê başûriyan bêjin alvêr dîsa li ber dilê min ji danûstandinê heft çêtir û xweştir e.. |
|
17.04.2015 14:02 |
endazer
|
4. malperek xweş e. heta niha min 2-3 caran jê tişt kirîn û tu problem derneket. buhayên tişten jî ne zêde ne, piranî ji sûka bajêr erzantir in. yek ji malperên ewle yên danûstandinê ye. |
|
18.04.2015 12:31 |
simurg56
|
5. Malpera ku herkesî tiştekî jê standiye û kargoya tu kesî nehatiye. Şikir min jî black friday tu tişt nestandiye. |
|
10.12.2019 11:09 |
brusk56
|
6. di îniya reş de min neh deh perçe tişt kirî û her çiqas bo gihaştinê 10-15 roj navber danîbûn jî di pênç rojê de hemû gihaştin ber destên min. lê bawer im, zûbûna kargoyê ji ber stenbolê ye. |
|
10.12.2019 18:57 |
biruya hayao miyazaki
|
7. keyfa min hîç ji vê malperê re nayê; du caran min jê tiştên elektronîk kirîn herdu caran jî tiştên min kirîn xirabûyî derketin, min jî ji hingî ve biryar daye ji vê malperê tiştekî nekirim; ez bêhtir malpera n11.com û trendyol.com'ê bikar dihênim |
|
11.12.2019 09:03 |
xendekî
|
8. ji ber tofana black fridayê, serûbin bûye. kargoya gelek kesan hê jî nehatîye. hetîketî ji ber fîrmayên kargoyê derketîye. kapasîteya wan têrê nekiriye. şîrketên kargoyê kota danîne ser firoşkaran. rojê herî zêde 20 tiştên wan distînin fîlan. |
|
20.12.2019 20:30 |
simurg56
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |