Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jagten - tirşik
jagten
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmeke danîmarkayê ye ku sala 2012an de hatiye kişandin. ji aliyê imdbyê ve 8.2 pûan standiye.

mijara fîlmê îstîsmara zarokan e ku mijareke girîng e. lê fîlm hewl dide ku ji aliyê kesê ku bi îstîsmarê tê tewanbarkirin ve, bûyerê binêre.

ji aliyê sînematografiyê ne xerab e, her çiqas mijara wê ne ewqas -ji bo min- balkêş be û tê de hema bêje bi tu awayî aksiyon tune be jî, ez bixwe zêde bêhnteng nebûm.

fîlm bi qasê 2 saetan didome. ji bo fîlmekî wisa ne kêm ne zêde ye.

pûana min jê re ji ser 10 pûanan 7 e.



-----spoiler---



fîlmê de zilameke ku ji zarokan hez dike, bi îdîaya îstîsmarkirina cinsî ya zarokan tê tawanbarkirin. lê eslê xwe de tiştekî wisa tune û hemû derewên keçikek biçûk e ku keçika biçûk ji zilam hez dike û dixwaze wî ji lêvan maç bike lê zilam nahêle.

çawa ku gotina keçikê tê bihîstin, serî de hevalê wî yê herî nêz, hemû kes pişta xwe lê dizivirin heta şîdetê lê dikin. ya rastî berteka civakê ya ji bo kesekî wisa gelekî baş e. xwezî kurdên me jî bikariya xayînên xwe wisa îzole bikirana.

di vir de mirov jixwe vê dipirse, erê berteka civakê rast e lê ger yê ku tê tawanbarkirin ne sûcdar be? dema ku mirov vê îhtîmalê difikire û mînaka fîlmê de jî dibîne, mirov ji dil diheje.

lê dîsa jî ji bo gelekî weke me kurdan bi hezaran "înfaza bêdadkirin" dîtiye, ewqas jî bandorker e.



-----spoiler---



11.07.2013 13:42 | simurg56

2. fimek ji sînemaya denmark'ê ye .



***spoiler***

serleyzvanê fîlmê Mads Mikkelsen di filmê de navê wî lucas e. Ev lucasê reben, ji aliyê keçikek biçûk şiltaxî lê tê kirin. midûra kreşê, meseleyê jê re vedike dibêje derheqê te de zarokek wisa gotiye, bersiva rebenê me wiha ye, "alla alla gelo çawa çêbûye" . lucas tu derî xwe wek mirovekî ne sûncdar naparêze. hevalê wî ye qaşo herî baş e ku heman demê de bavê keçikê ye, qet nabêje yaw dibe ku keça min vîra bike. hemû hevalên wî tenê bi gotina keçikek biçûk wî sûncdar dike. keçik ji diya xwe re dibêje lucas tu tişt nekirîbû, min vîr avêt. lê ji xwe ihtîmala rastbûna vê yekê qet nayê bîra diya wê. senaryoya fîlmê hinek ji rastbûnê dûr e . lê dema mirov xwe dike şûna lucas ji ew bêdengiya wî re dîn dibe .

***spoiler***



dramek baş e lê ji rastiyê dûr e .



puana min jê re 7/10



11.07.2013 22:00 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jagten

Kategoriyên mijarê:: sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî