Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kadiz - tirşik
kadiz
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûk helbesta rojen barnas e.pirtûka helbesta ji weşaxanê nûbiharê derketiye.rojen barnas qasî ku min bihîst, biştê gelek lava û xatir paşê destûra weşandinê pirtûkê qebûl kiriye. lê belê ez jî nizanim ji ber çi sedemê rojen barnas naxaze ku were weşandin?



29.09.2013 19:16 | newenda

2. Di biçûktiya min de gava ku em li ser xanî radizan me têra dilê xwe lê mêze dikir. Kadiz navê gaksiya me ye. Bi tirkî dibêjin samanyolu.



29.09.2013 19:25 | ceso

3. (bnr: rêya kadizkê
)



13.05.2014 01:39 | nan û av

4. çîroka kadizê em biçûk bûn ji me re digotin lê zehv hindik tê bîra min.

yekî kaya yekî dizîye, xweda jî ewê diz kirîye ka û rûyê ezman daye. lewma idî jê re gotine kadiz.

me jî bawer dikir loo..

ezê li pey vê çîrokê bernedim. vê carê ez herim ezê bidime gotin..



27.06.2016 19:25 ~19:34 | bûtîmar

5. (bnr: perû)



22.12.2017 11:10 | bûtîmar

6. kadiz galaksîya me ye.

çîroka wê jî eve: Çend gundîyên kurd diçin dizîya xwedê, dikevin kadîna wî. ji kadîna xwedê telîsê xwe miştî ka dikin, dikevin ser rê. Lê binê telîsê wan kune. Ka dirije ser esman. Ji hingê ve ji galaksîya me re -ku dişibe rengê kayê,- dibêjin kadiz.



14.05.2020 20:59 ~21:00 | hespêsor

7. Ji zaroktiya min tiştê ku di bîra min de maye ev e: hinek kes kaya hinek kesên din dizîne, wexta vegeriyane kaya wan rijîyaye û li asîman ketiye vî şiklî. Ez ê ji dêya xwe re bipirsim, înşelle ji bîr nekiribe.



14.05.2020 23:01 | xabûrî

8. Stêrkistana ku mîna rêyeke spî di asîmanan de xuya dike.

Çû j'dest nedihat û maye aciz
Naçar-i ecûze bûye kadiz (Ehmedê Xanî)

(bnr: ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk)



22.03.2023 21:30 | mirovekirind

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kadiz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî