Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ker - tirşik
ker
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Kerên herî baş û hur ên çarling ji Mêrdîn kerên herî baş û hur ên duling jî ji Anatolîya Navîn derdikevin



24.06.2013 23:52 | xewn

2. Bav û kalên me, berê ji bo kesên bêkêr û bêxêr digotin, "Filankeso-Filankesê şîrê keran vexwarîye!" û bi rûmeta keran dilîstin



24.06.2013 23:59 | xewn

3. Lê îro dîyar dibe ku bav û kalên me belasebeb ew neheqî li keran kirine û gunehên wan xistine stuyê xwe



24.06.2013 23:59 | xewn

4. Tip dibêje, "Piştî şîrê dê, şîrê herî bikêr û bixêr ê kerê ye



25.06.2013 00:00 | xewn

5. Piştî daxuyanî û ravekirina tipê ya li ser şîrê kerê, dê şîrê kerê bi pereyan jî hew bi dest dikeve.Kîloya şîrê keran bi nizanim çiqas Eûro îxracî Ewrûpayê dibe



25.06.2013 00:00 | xewn

6. Divê em lêborîna xwe ji keran bixwazin*))



25.06.2013 00:01 | xewn

7. peyva ku ji ber mirovên ku nikarin bihisînin bîne pênas kirin tê karkirin.

bi tirkî: sağır

bi îngîlîzî: deaf



25.10.2013 01:19 | saladin

8. heman peyv lê bi telafûzeke cuda, ku elifbêya kurdî ya latînî pê ranabe, me'naya 'parçe' jî dide.. wek 'kerê gundorê'.



26.10.2013 00:45 | gordereş

9. gotinek heye, dibêje ker kere çi mehmet metiner e çi muhsin kizilkaya



26.10.2013 01:27 | takyudin

10. em dibÊjin cirdevanan ker kurÊ keran lÊ ew dibÊjin aÎ aÎ aÎ



26.10.2013 15:08 | tariq

11. sê wateyên vê peyvê hene.. di bilêvkirina her sê peyvan de jî bi nûansên kiçik be jî cudatî hene lê ji ber ku alfabêta latînî nahêle û rê nade nikare bi rastî were transkirîbekirin..

wateya pêşÎn: heywana ku mirov lê siwar dibe û barê xwe pê dide hilgirtin, merkeb. (tîpa k-yê de hinekî hişk û req tê xwendin an bilêvkirin)

wateya didoyê: kes an heywanên ku guhê wan seh nake an nabihîse. (tîpa k-yê biçekî bi ser tîpa g-yê ve diçe.)

wateya sisêyan: par, parçe, beş, pişk, birr, qet. (tîpa r-yê ya dawiya peyvê biçekî tê şidandin.)



26.10.2013 18:27 | endazer

12. Heywana herî bi esl û fesl...



26.10.2013 21:39 | devliken kelogiri

13. li kurdistana azad ji bo parastina mafên keran di sala 2005an de bi navê partiya kerên kurdistanê partiyek hatibû avakirin.. par ji aliyê partiya kerên kurdistanê ve li şarê silêmaniyê peykerê kerekî hatibû danan.. hingî digotin em ê bi navê zarîn radyoyekî jî vekin.. nizanim partî hêj sax an na?



26.10.2013 22:21 | endazer

14. kerê şamê gelek qenc in...



27.10.2013 11:30 | newenda

15. heywana ku di nav çand û ziman û folklora kurdan de gelekî popûler e..

(bnr: quzê kerê)

(bnr: kîrê kerê)

(bnr: gûyê kerê)

(bnr: kerguh)

(bnr: şîrê keran)

(bnr: pişta kerê)

(bnr: mejiyê keran)



29.10.2013 01:20 | endazer

16. keran li cem hevdû girênedin, ji hevdû dielimin tir û fisan.



22.04.2014 22:35 | dara berrûyê

17. Cûnek dewaran e dişibe hespan û hêstiran lê ji wan kurttir û biçûktir e. bi taybetî bo barhilgirtinê tê bikaranîn.



21.06.2014 15:14 | xwelî li ser

18. ji kesên deng na(he)re jî tê gotin. Ji ber rêzimana Kurmancî di qedera wê de binpêkirin heye *



(bnr: kerr)



17.11.2014 04:54 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kertwene

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî