Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
kirîvê - tirşik
kirîvê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. straneka gelêrî ye. behsa çîroka evindariya di navbera xorteke misilman û keçeke êzidî de dike. min tenê ji dengê şivan perwer guhdarî kiriye. wekê dî kî dibêje nizanim, min hay jê nîne.

gava dî li ser youtubeê li jêr vîdeoklîba vê stranê liqay çend şiroveyên sixêvker yên êzidiyan hatim. devê min şeş gazan jev ma. dijûnên kesanedî dikin şivan çima ku ev strana ku li gorî stranê keça êzidî dil ketiye xorteke misilman gotiye.

tişta ku mereq dikim ev kabirayên êzidî ji bo stran û serpêhatiya derwêşê evdî çi difikirin?

ji dengê şivan kirîvê:



25.06.2016 04:35 ~04:38 | endazer

2. stranek ji stranên li ser zewaca kesên misilman û ne misilman hatiye ziman, straneka xweşe lê hingî min gohdarî kiriye ez jê kerixî me berê xweş bû niha meriv serxweş be jî nayê gohdarîkirin êdî nexweşe *, gotint wê ev;



Ax de were lê, were lê were lê lê..

Ax kirîvê lê lê axx oxxx..

Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, gola

simoqiya
diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî

da di gelî da kirîvê lê

Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka

Simoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di serî da

Xwe berdabû devê Gola Simoqya mîna kevoka,

şînwerdeka Çemê xebûrê di binî da lê kirîvê lê



Kirîvê tu zanî ev gunê min û te çiye ev hewqas

şop û rê li min û te girtî ye

Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu

jî Êzidî ye kirîvê lê lê…

Kirîvê wez ketime bextê te, tê vê sibekê bi

dengê qebe qeba heramî kewîde

Xwe berde pozê Şengala Şewitî

Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser

derd û kula re ramûsanekê bi ser can û

cesedê kirîvê xwere berde

Kirîvê lê lê

Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be

Heger gune be bira sedeqa ber serê feqîrê we be kirîvê lê lê…

îca keçikê bankir;

Kirîvo wez jin im ne bi destê xwe me

Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez

sond dixum bi Şêx adîkê melekê

tawis be

Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez

bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra

me kirîvo lo..

De ramûsanê me keçikê Êzidîyan, di xweşbûna

sehara sibê di azaniya melê da kirîvo lo…

Sîng û berê min, kara xezala min xivşê, min dîlmezê, min kevoka, şînwerdeka Çemê Xêbûre

lo kirîvo lo..

De mîna fîncanên qehwê ferfûrîne, dev û lêvê min

mîna şekirê Amedê di devê çiyê de kaxitkirî

dişîne, kirîvo lo..



25.06.2016 21:38 | shorbevan

3. strana ku şivan ji êzîdiyan dizîye û gor xwe gotin guhertiye. di strana orjînal de, kirivo êzîdî ye û kirîvê misilman e keçka duhokê ye. şivan jî wek misilman qeherî çima mêrê êzîdî dest jina misilman dibe, û wek tolhildan mesele guhert.



strana orjînal hûn dikarin ser vê lînkê guhdarî bikin:





25.06.2016 23:00 ~23:18 | hola êzîda

4. min îro ji dengê aşiq selîmê cizîrê jî guhdarî kir, di vê versiyonê de jî keçik êzidî ye û kurik misilman e, ya rastî kî dil ketibe kî, ji min re ferq nake, lê mixabin ew esabiyeta berê ya êzdayetî û misilmanetiyê zû bi zû naşike, ji ber ku li gorî herdu baweriyan jî nemeşrû ye keç û kurên êzidî û misilman dil bikevin hevdu, hej hevdu bikin û bi hev re bizewicin, stranbêjên herdu aliyan dema strana vê serpêhatiyê gotine ji cem xwe ve ji bo ''gunehê vê evîna ne meşrû'' biçekî nerm bikin, nasnameya ''aliyê xwe'' didin aliyê ku dil dikevê aiyê din



aşiq selîm cizîrî - kirîvê;





têbinî; min bi xeletî lînka straneka din dabû, min ew sererast kir.



14.07.2016 12:21 ~21:17 | endazer

5. livir jî strana kirîvê bûye kirîvo dîsa jî keçika ezêdî dibinîdaye mixabin * ;





herwiha bi van stranan xwestine balê bikşînin ser vê rewşa tiroviro; dibe ku keçikek ezidî dilberde yekî misilman û yeka misilman jî dikare yekî ezidî(ne yekî bîna hola ezida) berî serxwe bide çî ji kîraye, hûn çima xwe ne qayil dikin û li zora xwe dibin..?



14.07.2016 21:18 ~21:19 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kirîvê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî