Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xenophon - tirşik
xenophon
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fîlozof, leşker, dîroknas û nivîskarekî Yunanî ye. Ji beriya zayînê nêzîkî sala 430ê hatiye dinê. Sala b.z 355ê mirî ye.. Xwendekarê Sokrates e. Berhemeka wî ya kû navê wê Hellenica ye û ji 7 cilda pêk tê heye. Lê berhema wî ya herî navdar Anabasîs(Vegera Deh hezaran) e. Ev pirtûk ji bîranînên wî yên şerê kû di navbera leşkerên yunan û persan (Farisan) de qewimiye pêk tê. Leşkerên hellen ji bo arîkariya Kyros bikin kû kyros bi karê birayê xwe Artakserkses 2ê ji desthilatiyê dûr bixê şer dikin. Ksenofon tenê behsa şer nakê. Dema ji şer di vegerin û ji bo biçin Pergamonê (Bergama ) çi hatiye serê wan yek bi yek behs dikê. Ksenofon di van bîranînên xwe de behsa kurdan jî dikê. Lê ne bi navê kurd bi navê kardukh. Di nexşeya xwe de jî welatê kurda (kurdistanê) wek kardukhia nîşan didê. Weke din behsa çend çemê kurdistanê ji dikê. Wek zap, firat, dîclê û ava bota.. Heya naha min çend çapên cûr be cûr yên vê pirtûkê dîtine û yek ji wan jî xwendiye lê tenê di çapa weşanxaneya yurtê de navê kardukhan wek kurdan hatibû wergerandibûn. Ez bawerim bi zanebûn navê kardukîyan na wergerênin û nakin kurd. Ji ber di hiş û fikrê tirkan de bineciha kurdan ne evder e an jî ji xwe milletekê xweser ê bi navê kurd berê hîç nebû ye.



07.10.2013 01:06 | nan û av

2. çevkaniya dîroka kurda



07.10.2013 10:29 | newenda

3. Dibêjin ku Camêr pirr pesnê gelê kurd daye.



07.10.2013 12:26 | ceso

4. (bnr: kordukh)



07.10.2013 19:21 | hun çawane heval:)))))))

5. feylesof û dîrokzanê navdar yê yewnan e.berî zayîne 3-4 sedsal jîyayê.nivîskarê anabasîsê ye.



05.11.2013 00:20 | diljan

6. li gorî dîrokzanan kesê ku yekem cara qala kurdan kiriye... (bnr: anabasîs)



05.11.2013 21:54 | elomelo

7. nivîskar û lehengê pirtûka xwe ya bi navê anabasisku bi bûyera (bnr: vegera deh hezaran) tê nasîn, e.



06.11.2013 22:07 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xenophon

Kategoriyên mijarê:: niviskar felsefe dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî