Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ku - tirşik
ku
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. - daçeka rebena ku hemû barê kurmancî girtiye ser xwe. bi piranî agahiyên di warê tişta ku li pey tê nivisîn dide. herwekî:



dîwarê ku hindik maye xera be

mala ku sor e

nivîskarê ku bi kêrî tu gûyî nayê



ji van mînakên jor jî eyan û beyan e ku piştî kuyê di warê peyva berî kuyê agahî tê dayîn.



- û hevokan pev (bi hev) dike. Herwekî:



ez her berevarî ku wext hebe, diçim peravê zeryayê da ku hinekî dilê xwe aram bikim û serê xwe rehet bikim.



- di wateya egerê de tê bikaranîn ku bi min ev awayê kurdî yê resen e. ez heya hînî kurdiya standart nebûbûm min qet daçekên weke eger, ger, heke bi kar nedianî. ji xwe li farqînê di axivîna gel de tenê ku tê bikaranîn. lê mixabin her ku hînî kurdiya standart bûm êdî ez jî ketim ber asîmîlasyona daçekên esilbiyanî.* dibe ku kurdî jî bin lê ji eger û megerê bîhna farisî tê lewre bi min kuya kurdewar him nazik û him pratîk e û besî me ye jî. herwekî:

ku min zanibûya min ji te hez nedikir

Ku tu bihata ez ê neçûma

ku dixwazî bikî însan pêşî bibe însan



(carina di kurdî de bêyî ku tu daçek bê bikaranîn jî ev wateya şertbûnê dîsa derdikeve holê, kurdî bi pêvekên xwe xwedî vê taybetiyê ye jî) herwekî:



min bixwesta ez ê bihatima

te gotibûya ez ê neçûma



- di wateya "kû"ya ku wateya cih dide îfadekirin de jî tê bikaranîn. bi min ev ji yê çêtir e. him bêtir nêzê qirika kurdî ye û him tu tevlihevî û pirsgirêkan çênake. herwekî:



ji ku yî?

tu ji ku tê yî?



bila hevalên bikarhêner dilê xwe megrin lê ez dikim nakim ev peyv ji qirika min dernayê û tim û daîm çiqas dibêjim Ji kû gotin di qirika min de dixitime û bi heman rengî tu caran nikarim bêjim Hûn jî. Ji xwe peyveke weke win xweş ji piyaseya kurdî hilweşiya qene qet nebe hunê nekin hûn . Hun xweştir û nermtir e.



10.05.2015 14:33 ~14:43 | ceso

2. (bnr: ko)



10.05.2015 14:38 | hûteheftserî

3. (bnr: ke)



10.05.2015 14:40 | endazyar

4. (bnr: cudahiya ku û kû)



10.05.2015 17:06 | endazer

5. ez carna mat di minim nizanim ezê (bnr: ku) an bikarbinim ez firqa wan hêjî nizanim o ezê nizanibim jî .



10.05.2015 18:55 | shorbevan

6. Yaw ev peyva “ku”, ku mirov zêde bi kar tîne, hevok xera dibe.
Û mirov bi kar neîne jî hevok zû bi zû nayê fêmkirin.
Îca ka em çi bikin ji xwe û vê “ku” ya bi gû?



10.07.2019 20:41 | ezcan

7. Daçeka ez dixwazim êdî zêde neyê bikaranîn. Di hevokê de xwendinê ne xweş dike li gorî min, nizanim çima hevokên daçeka ku dihewînin bi min ecêb tên, resen xuya nakin.

Min di vê mijarê: kurdên ku bi zimanekî din pesnê kurdiyê didin/139286 de bi zanebûnî bikar neanîbû lê edîtorekî lê zêde kiriye. Gelo bê kuyê sernavê vê mijara min nayê fêhm kirin? Yan anormalîyek tê de heye?

Lêzêdekirin: min şaş nivîsîbû, mala wî ava peyva kurdî jî tewandiye.



30.03.2022 23:08 ~23:10 | xabûrî

8. Weke relative clauses (which, who, where, that) ên îngîlîzî ye.

mala ku sor e (the house which is red)
şûna ku tu lê disekinî (the place where you stay)
Kesê ku bangê min kir (the person who called me)

ji bo bi avayek sîstematîk danasîna bûyer, kes û cihan ew pir baş e.



31.03.2022 04:39 ~04:42 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî