Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kulfet - tirşik
kulfet
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke ku li hemû kurdistanê tê bikaranîn an na nizanim, lê li herêma serhedê ji bo hemû fertên malbatê tev tê bikaranîn.

mînak:

a-çawa yî, başî?

b-başim sax bî.

a-kulfeta te çawa ye.

b-ew jî baş in, spas.



31.03.2016 11:23 | nazim tolhildan

2. Peyveke nav e ku li aliyê botan weke (bnr: kuflet) jî tê bikaranîn



1. Ji bo malbat, jin, mêr tê gotin.

2. Dijwarî, binbarî, berpirsî,.



31.03.2016 11:32 ~11:33 | gumgumok

3. Li cem me jî tê bikaranin.hetta tiştekî wisa heye.(bnr: kulfetê sihorê werin ser dorê) di rojiyê de ji bo kulfetê malê bangê ser sifreya paşîvê bike ev hevok tê bikaranîn.



08.01.2018 19:15 ~19:16 | bayesar

4. Sosyolojiya vê peyvê ji bo me kurdan gelekî kulfet e. Û sedema şerm kirinê ye.

Ji berê heta hingî ve jin/keç ji aliyê mêr û bavan ve wek barekî giran hatine dîtin. Çunke di dawiyê de keçik tên zewicandin û ku tu hetanî ji wê re kiriye diçe tûrika biyaniyekî. Jin jî ji ber ku bi qelenê tên anîn ji bo mêran ji xwe barek e.

Di gel vê bav ji keçikên xwe re wek misogeriya kurên xwe jî meyizandine. Çimkî bi qelendê ku li ser wan bi dest dixin ji bo lêçûna daweta û mal danîna kurên xwe xerc dikirin/dikin.

Êdî were di bin siyê vê nêrînê ku ji bo jin û keçan wek kulfet pênase dike de derûnnasiya ango psîkolojiya keç û jinan bisêwirîne.

Hestyariya tevgerên kurd ji bo jin û keçan ji ber vê ye. Heger jin bijîn millet vejî, jin çewisîn millet helişî. Kulfetê li aliyekî jin û keç gencîneyeke ji bo mirovahiyê, wekî kur û mêran.

Ev nêrîn bi zanebûna û xwendina û hişyarbûna neteweya me ber bi tunebûnê ve biçe/diçe bi destûr û alikariya xwedê.



11.02.2019 03:44 ~03:50 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulfet

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî