Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurmancî - tirşik
kurmancî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zaravayê kurdî yê herî mezin, di warê erdnîgarîyê de.. gelek tiştên di jî hene, lê bila heval behs bikin...



25.07.2013 14:23 | arami

2. zaravayek ji nav çar an pênc zaravayên din ên kurdî.. dema meriv lê kûr dibe dibîne ku serê her gundekî devokeka bi serê xwe ya vê zaravayê heye.. lê li gorî zimanzanan di zikê hev de çar devok hene.. botan, bahdÎnî, devoka rojava û kurmanciya xurasan û deylemanê.. gelek kes gazind û lomeyan dikin û dibêjin em ji devoka filan derê fêm nakin lê heçiyê di zikê hev de 10 pirtûkên kurmancî bixwîne bi hêsanî dikare ji her devokeka kurmancî fêm bike û xwe bide fêmkirin.. nifşên nû yên bi vî zaravayê kurdî diaxivin û xwe îfade dikin bi taybetî jî yên li bakurê kurdistanê gelekî zehmetiyan dikişînin.. ji ber ku bi qasê 70-80 salan li bakurê kurdistanê bi destê dewleta tirk zimanê kurdî yanî kurmancÎ û kirdkî hatiye qedexekirin û rê li ber pêşdeçûn û peresîn û geşedana vî zimanî hatiye girtin.. û hîn gelek sedem..



11.09.2013 17:15 | endazer

3. karên ne fermî.

- berê hikumet tunebû, kurmancî bû.

- ez ereba xwe bi kurmancî dişuxilînim. ( ne tîcarî )



24.01.2015 18:33 | dara berrûyê

4. Zaraveyeka kurdî ye. ji qazaxistanê heta misir û urdinê hema hema ji her welatê te axaftin. Gava weke kurmanjî te nivisîn pir karîzmatîk dibe.
(bnr: zimanê me)
(bnr: kirdasî)



09.04.2019 20:26 | cinorek

5. Zaravayê Kurdî ye.
Zaravayê kurmancî (bnr: zaravayê kurdî) yê ku herî zêde tê axaftin e. Her çiqas li herêmên Kurdistanê bên axaftin jî herwiha li ermenistanê, li xorasanê, li nav kurdên qafqasyayê, li anatoliya navîn û li ewrûpayê jî pê tê axaftin.
Devokên kurmancî di navbera hev da li çar komên cûda bela dibin; botanî, behdînî, kurmancîya rojava û kurmanciya xoresan û deylaman.



10.04.2019 00:38 ~00:42 | hesinkar

6. zimanekî ecêb e. carinan dibêjim rewşa wî pirr xirab e , ji hev ketiye, ne dewlemend e, her ku diçe bêtir xirab dibe lê dema dibînim ku yek pirr xweş diaxife yaw dibêjim di dinyê de ji vî zimanî xweştir ziman tune ye, farisî û fransizî ne tu gû ne.
heqîqeten wexta yek xweş, fesih û resen biaxife ji guhê meriv re pirr xweş tê, wek ku dayika te di du saliya te de te di ser çokên xwe de li rex sobeya êzingan, bi dengê xwe yê xweş bi lorîkekekê bike xewê û hem ji gurmîna şewitîna êzingan hem ji germa sobayê xilmaş bibî û bi xew re biçî, erê tam ewê lezzetê dide.



23.11.2019 01:15 | ferhenga şikestî

7. Zaravaya kurdî ya bingehîn e
Ne ji bo bilindkirina zaravayekî dibêjim lê tekanê zaravayê kurdîye ango kurdî ji xwe kurmancîye

Li gor min ev zaravayên din ji kurmancî zêde bûne

Wek soranî ji xwe jêre tê gotin kurmancîya xwarê
Di têbinîya min de eşîrên kurdan yên durî navenda kurdistanê bûne ji ber qût bûna têkilîyê bi lêvkirina peyvan de hindek gûherîn çêbûne û piştî salan bûye wek zaravayekê


(bnr: hişmendîyên ji ber pizîyê ve dertên)



31.01.2020 02:00 ~21:54 | tîrêj zana 21

8. Navê rojname / kovareke Kurdî ye, bawerim di qadê de yekemîn be, ji aliyê (bnr: enstîtuya kurdî ya parîsê) hatiye weşandin. Zimanê wê gelek zelal û baş e.
Hejmarên wê hemû li ser malpera enstîtuyê henin Here lînkê

Û hinek hejmarên wê li ser malpera issuu.com henin Here lînkê



25.04.2020 00:26 ~00:26 | afa

9. Zaravayê kurdî yê ku li bakûrê kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçe ye. Ji ber zimanê serdest ketiye hemû kar û xebatên kurda û bi her hawê xwe di nava wê de ye, bişaftin bi lezeke dijwar didome. Çi ciwan çi kal be hemû kes di vê nêvenga bişaftinê de tê bişaftin.

Berê(4-5 sal ) jî bişaftin hebû lê ne weke niha bi hêz û xurt bû. An ev hêz û xurtbûn hêj nû gihaştiye navçeya me. Peyvên romî diketin nava kurdî lê hinekî li gor rêzimana kurdî û qertafên wê dihate guhertin lê êdî ne peyv tenê biwêj, qalib, gotinê pêşiya, replîkên fîlma, gotinên siyasetmedaran, nivîsên derûbera weke xwe, bê guhertin tê bikar anîn. Tu peyvê nû li kurdî nayê wergerandin. Peyvên hene nayên bikar anîn.

Ciwanên kurd êdî xwe bi zimanê zikmakî nikarin rave bikin. Bi zimanê xwe nikarin gotinên kompleks û dirêj di serê hev xin. ji bo wan hevokan xwe diavêjin tirkî û paşê dîsa li kurdî vedigerin.

Kar û xebat bi kurdî nayê kirin. Li înşaata, li dikana, li hemû kargeha bi kurdî kar nayê kirin. Li van dera bikar anîna kurdî weke nezaniyê tê dîtin. Li gor muşteriya heçiyê bi romî baxive hostetir û zanatir e.

Li nêvenga ciwana yekî ku bi romî daxive yê derdora xwe jî xera dike. Kesekî ku bi wê romîka ( gelîsen, îyîsen ) daxive, ciwanên derdora wî dilê xwe dibijêne wê romîkê. Ji bo yek kesî deh kes bi romî diaxive.

Navê dikan, kargeh û firoşkera bi romî ne. Navê alavên tê firotan îngîlîsiya hatiye romîkirin e. Navên hene jî nayên bikar anîn. Hejmarên kurdî û rengê kurdî nayê bikar anîn.

Hingî di nava nêvengek awha de me, ewqas bi kurdî dixwînim û dinivîsim jî car caran peyvên kurdî nayên bîra min. Bi kurdî nikarim bifikirim.

Ji bo parastina zimên çi dikarin bên kirin:

- dema çûn kargehekî bi kurdî biaxivin. Tiştê ji we re lazim, bi kurdî bixwazin. Heke bi romî bersiv dan jî hûn dîsa bi kurdî bidomînin û fedî mekin. Ji ber yê ku divê şerm bikin ew kes bixwe ne. Ev der welatê kurda ye, zimanê wê divê kurdî be.

-yekî ji we re bi romî pirs kir an tarîfa navnîşanekî xwest, bi kurdî bersiv bidin. Heke bi kurdî nizanibe, hûn jî bi romî nizanin.

-di tv yê de cartonên (xêzefîlm) kurdî ji birazê, xwarzê, bira û xwişkê xwe yê zarok re vekin. Hûn çûn kîjan malê( yê mervê we) frekansa zarok tv li tv ya wan bar bikin û pêşniyarî wan bikin.

-Li bihîstoka xwe klavyeya kurdî saz bikin û hemû peyamên xwe yê tora civakî bi kurdî binivîsin. Û bi hevalê xwe re kurdî binivîsin.

- dema kesekî wateya peyvekî an tiştekî pirsî bersiva wê bi kurdî bidin. Wergera wê ya bi romî nebêjin. Hewl bidin ku wê peyvê bi kurdî rave bikin.

- stranên romî guhdar nekin. Melodiya bihîstoka xwe bikin straneke kurdî. Ji ber stran ji mirovan re dibin bîranîn. Çiqas bîranînên mirov bi kurdî be û romî kêm be, ewqas heşê mirov bi kurdî dixebite.

- nav û bernava bi kurdî li xelkê bikin. Heke hûn di neqeba xwe de hinekan dişibînin hineka bi kurdî bişibînin û naveke kurdî lê bikin.weke mînak, dema yekî tiştekî beredayî kir. Ji dêlava ku hûn wî bişibênin revep îvedîk, wî bişibînin serbang emrah*

-dema kesekî bi kurdî dizane, bi we re romî axivî pê re bixeyidin û gazina jê bikin. Bikin ku kes newêribe bi were zimanê biyanî an romî baxive.


Niha ev hatin bîra min. Ev tiştên min rêz kir hemû hêsanin lê girîng in. Pêk anîna hemûyan pêkan e, ne zehmet e.



10.06.2020 01:05 | tîrêj zana 21

10. Zarave ninû zimanek serbixwe ye.
yek ji zimanên kurdî ye.



10.06.2020 22:30 | cinorek

11. Ziman ango zaraveyekî Kurdî ye ku bi piranî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê axaftin. Elfabeya wî 90 sal berê, di sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan û hevalên wî ve hatiye latînîze kirin. Zimanekî Hind-Ewropî ye. Li Rojavayê Kurdistanê yek ji her du zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha li Başurê Kurdistanê û Êrmenistanê bi fermî hatiye naskirin. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî zext û astengî heta qedexe her li ser hene.



04.10.2022 08:22 | michael

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmancî axaftina afrîkayîyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî