Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
libreoffice - tirşik
libreoffice
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. paketeke bernameyên ofîsê ye. yanî raqîbê microsoft officeê ye. ferqa wê ew e ku bêpere ye û bi çavkaniya azad e. eslê xwe de berdewama projeya openofficeê ye. piştî ku openoffice ji aliyê şîrketek ve hat kirîn û çavkaniya wê hate girtin, projeya libreoffice derket holê.



ev paket ji bo %90ê bikarhêneran bes û zêde ye jî. tê de;



ji bo excel'a microsoft office)ê; calcheye,

ji bo word'a microsoft office)ê; writerheye,

ji bo powerpoint'a microsoft office)ê; impressheye,

ji bo access'a microsoft office)ê; baseheye,

ji bo Publisher'a microsoft office)ê; drawheye,

ji bo microsoft equation'a microsoft office)ê; mathheye.



03.05.2014 15:43 | simurg56

2. me hewceyî tiştek din nake. mala çavkaniya azad ava be.

http://www.libreoffice.org



03.05.2014 22:58 | dara berrûyê

3. êdî bi kurdî piştgiriya rastnivîsê dike, ji aliyê erdal ronahî ve pêk hatiye.

Here lînkê
Here lînkê



14.05.2021 13:56 | merwano

4. min salan li ser sermaseya kombersa xwe bi kar anî. lê belê piştre wps office kete ber min û min dît ku derdê libreofficeê nayê kişandin hingî giran e û bi ya dîzayna wpsê pir-pir-pir tevlihevtir e heta ku tê bêjî dixwazin bibin dijminê bikarhênerên malî. di esasê de ez alîgirê çavkaniyên azad im. û ji ber ku navrûya wê kurdî bû, min dixwest dewam bikim. lê îja kurdiya wê jî nîvco ye... taliyê sivikbûna bernameyekê jî sebebekê muhîm e. libreoffice heta vedibe dilê mirov reş dibe. hêviya min ew e ku mîna reqîbên xwe bibin xweş, sivik û hogira bikarhênerên malî.

aliyê din, pelên wpsê ji aliyê ahengê ve baştir di wordê de vedibin û tên xebitandin lê ya libreyê hinekî serêşî dide. heke ji ber karên xwe divê hûn nivîsan amade bikin, divê hinekî ber xwe bidin.

ya ku ji serî heta îro jî min diheyirîne ev e: pelên wpsê di libreyê de, ên libreyê jî di wpsê de naxebitin. ecêb e...



14.05.2021 14:18 ~14:25 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» libreoffice

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî