Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
marmasî - tirşik
marmasî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. albûma duyemîn a mirady ye .stranên gelek baş dihewîne .

11 stran hene di albûmên de ;

Way Delale

Gulizer

Marmasi

Le Barane

Meke

Bi Xatire Te

Edi Nagirim

Seyran

Risiya

Leyla

Vace

dixwazim bêjim ev û ev stran xweşiktir in lê naxwazim mafên stranên din bixwim. hemû ji hev baştir in .



16.08.2013 00:33 | brusk56

2. di biçûkatîya min de ji çemê nisêbînê me digirtin.Lê zaroka digo nayên xwarin me jî dîsa diavetin çem.



04.11.2013 20:45 | diljan

3. mARÊN KU JI BER WAN ME DITIRSIYA EM XWE BIKIN AV.. rIWAYETEK LI SER WA HEBÛ KU DIGOTIN LAŞÊ WAN JI JILÊTÊ JÎ TÛJTIR E Û DEMA DEREK WAN LI LAŞÊ MIROV BIKEVÊ CÊHDE DIKÊ BIRÎN.. lÊ pIŞTÎ KU ME ÇEND JI VAN MARMASIYAN GIRTIN ME DÎT KU LAŞÊ WA JÎ WEK LAŞÊN MASIYÊ DÎN E Û NERM E..



14.04.2014 01:48 | nan û av

4. Silav hevalno zê kurt û kurdî (!) çend nîşeyan li ser heyranîka dilê xwe(marmasî) bi wer parve bikim. Navê wê yî zanistî anguilla anguilla ye lê ev me eleqedar nake. Berî her tistî marmasîkên mê di avê şêrîn de dijîn yên nèr jî li kevîyê ku nahr xwe bi deryayan de dirijînin de dijîn û delalîkê min ên nêr û mê tenê di çaxê cotbûnê de digihin hevdû û têr li hev siwar dibin û êdî xatir ji hev dixwazin û piranî yên mê dest bi koçberîyeke dûv û dirêj dikin hin jê nêzîkî 3 SALA koç dibin. Her li kûdê bin rê digirin û diçin 'korfeza sargosê' ya nêzîkî meksikayê. Ji devê min derew li gor saloxa Marmasîyê di cihanê de hemûçik ji vê korfezê belav bûnê û jibo hekê xwe bikin hemû li vir vedigerin û tişta herî ecêb ev e ku piştî ku hèkên xwe dikin dimirin. Ya ji vê ecêbtir dema ku çêlîk ji hêkê derdikevin dest bi koçberiyê dikin, dayik û bavên wan li kû xwe mezin kiribin, di kijan avande gihiya bin, gav bi gav bost bi bost qul bi qul ber bi wan avan ve vedigerin û qet tiştekî naxwin heke siûda wan hebe digehin cihê xwe . Piştî xwe digihinin warê bav û kala ji nû ve nêçîrê dikin xwe mezin dikin û dîsa diçin cot dibin, bê nan koç dibin hêkê xwe dikin û dimirin.
Wekîdin:
+libek dasî ne mimkunê têda tunne ye
+heta ku çermê wê zippî zuha nebe namire
+masiyekê nêçirvan û şerker e
+ji pampayekê heta pampayeke dîn dikarin li ser axê bi xijiqîn tevbigerin yanî hem di avê de hem jî li ser axê dikarin bijîn
+dema ku li ser axê ne geyayê nûşîn dixwin
+cihû goştên wè naxwin li gor wan heram e
+Çêrmê wan di tekstîlê de tê bi kar kirin û têra xwe buhaye
+di koça xwe ya dûv dirêj (minak ji çemê firatê heta meksikayê herî kêm 2sal û nîv 3 sal e) de gezek xwarın naxwin
+ laşê wan jî %25 yax e dema kû têne nêçir kirin di nav aveke paqij de nêzîkî mehekê birçî tên sekinandin êdî tê xwarin an jî firotin ( sekinandina wan hem ji bo bêhna heriyê ji dan here hem jî ji bo ku yaxa wa kêm bibe)
+Sigmund Freud li ser wan lêkolîn kiriye lê tu tişt bi dest neketiyê (bi kîrê zaroka girtiye)
+nayè kedî dikin tenè go serbest e cot dibe û tenê li Sargos ê heka dike dema ku tê nêçir kirin fizîka xwe tev de asè dike
+ji çavan re û ji mêjî re pir baş e lê jêkirina çêrmê wan jî pir zehmet e lê goştê wan goştê herî xweş e li ser pereng a di tawê de di suşî yê de bi ard bi her şiklî xweş e.
+Bila ev nîşe jî xèra mirîyê min be;
》Sos: qurtek sihika sêva, nîv berdax zeyt, xwê, catirî û îsota hûr î réş yanî hindiiiçik karabiber) heger hebe jî ji dêliva sihikê ve hûn dikarin qurtek şaraba sipî li nav sosê dakin (şerap jî sihik jî ji bo pûç kirinê ye) . Masiyèn xwe gilover qut bikin û danekî di nav sosê de bi sekinîn èdî li izgerê bixin lê zêdê li ser êgir negirin dema ku di şewite hişk dibe go hûn di tawè de çêbikin jî bi ard çêkin baştır e. Heee di vê navê re şeraba sipî di ber xwarına wè re pir xwe xweş diçe. Besse evqas deyheyd mirç û maç ♡



03.07.2019 01:37 ~01:37 | jeahro

5. Marmasî masiyekî wek mar e. Ew dikare bi qasî metreyekê dirêj bibe û heta 100 salan jî bijî. Marmasî li nêzîkî Amerîkayê li deryaya Sargassoyê gelek in. Ji wir dikevin ber pêlên avê û tên Ewropayê. Marmasî li Kurdistanê di çeman de jî dijîn. Goştê marmasiyan tê xwarin.cp.

ji ansîklopediya zarokan e.



22.05.2020 13:03 ~2021.05.20 15:54 | sitî cp

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» marmasî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî