Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
melankolî - tirşik
melankolî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hizn û xemgîniya ji nişka ve û belesebeb.. hest û hîseke ecêb e, tu hew dinêrî tu xwe di nav de dibînî.. ji bo serê xwe bi pênaseya wê re zêde neêşînim min go belesebeb lê têra dinyayekî sebebên wê yên xef û yên vekirî hene.. yek ji wan bîr e!

xwezî ji xêra xwudê re yekî bîra min ricimandibûya!



19.04.2015 02:28 | endazer

2. ev tişta li alî hêla me tineye dibe tiştek (bnr: sosret) be.



19.04.2015 10:29 | shorbevan

3. Peyva ki wateya wê zirava reş e. Yanî safraya reş.
Berê hatîye bawerkirin ku rewşa derûnî ya mirovan, girêdayî rengê ava zirava wan e. Li gorî vê yekê, dema ava ziravê reş dibe, hestên mirov jî diqelibin bedbînî û xemgînîyê.
Wateya mela-: reş e. Weke mînak: (bnr: melena)=reşbûna destmêja mezin
-kolî: wateya vê jî 'têkildarî ziravê' ye. Weke mînak: koledok=rîya ziravê ya mezin, kolestaz=neherikîna ziravê, kolesîstît=edaba kîsa ziravê û hwd.



06.12.2019 18:34 | simurg56

4. Rewşa ku çiqwas bixwazim jê birevim ewqas xwe tê de dibînim e. Ne kar ne fikir ne xebat ne şixul dibe li gel wê. Nizam ji destê wê bi kur de herim. Ditirsim û ewqas ne wêrekim ku bêjim "xwekuştin" lê nizam ji bo wê hê zû ye qey*



02.06.2021 11:42 | rizgarm

5. Tişta ku gavek berê pê hesiyam ku halê min yê derûnî ye. Tiştên ku kesên normal jê kêfê distînin û pê kêfxweş dibin, kesên melankolîk ne xema wan e. Her tim di nava xemgîniyekê de ne û fikr û nêrînên tarî û nebaş di mêjiyê wan de derbas dibe. Heya pirî caran tu kêrhatina jiyana xwe nabînin û difikirin dawî li vê jiyana bêwate û tarî bînin.

Li hin deran ketina vî halî bi jidestçûna hezkiriya xwe an evîne platonîk girêdane. Lê dibêm qey divê mirov tenê bi evîna zayendî ve ne lê, têkçûna fikr, raman, şikestina bawerî û wendakirina nêvengê ve jî pênase bike.

Sedemên ketina vî halî freud di 5 xalan de vegotiye lê niha bi xwe re nabînin li vir binivîsim.



03.10.2021 21:31 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» melankolî vs. bextewarî

Kategoriyên mijarê:: psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî