Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
mirady - tirşik
mirady
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. yek ji mûzîkjenên nûjen e. navê wî yê rastîn murat doğan e û ji navçeya erxanî ya amedê ye ku ev yek ji strana wî ya va çi ye law tê fêhmkirin; stranê de dibêje "...ji erxaniyê bi rê ketim, binêr ez çawa bûm..."

mamosteyê fîzîkê ye.



hê zêde nebûye popûler, lê xwediyê tarz û stranên gelekî xweş e. ger rojek kurd bikarin jiyanek normal bijîn, wê gelekî bibe popûler. ji ber ku stranên wî yên li ser welatparêziyê kêm in, aniha nikare zêde bibe populer.



albûma wî ya yekemîn bi navê xemname derketibû piştî 7 salan albûma xwe ya marmasî derxist û bi vê albûmê zêdetir hat nasîn. lê belê ya pêşîn xweştir bû.



mixabin bi raperînre duetek kiriye ku;

1- mirady qalîteya xwe herimandiye

2- herduyan strana xweşik hate ber derî herimandine. ciwan haco xwe bikuje, mafdar e.





oha, ez bawer im vana albûma tarûmar de komple duet kirine.



albûma mirady ya yekemîn de stranek bi navê olmayacaksın heye. stran bi tirkî ye, ji vî alî ve tişteke layiqî rexnê ye lê mixabin bi rastî jî xweş gotiye.



15.08.2013 20:32 | simurg56

2. stranbêjê ku meraq dikim gelo bi rastşî birayê mehmet atlı ye an na.

ger wisa be ev agahî bêguman yek ji tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe ye.



15.08.2013 20:59 | simurg56

3. cara pêşÎn min navê vî camêrî bi strana wî ya bi navê (bnr: bûnisra) ku bi eslê xwe helbesteka şairê rehmetî arjen arî ye seh kir.. paşê strana wî ya bi navê (bnr: bi xatirê te) bi ber guhê min ket û gelekî kêfa min jê re hat.. ez zêde dirêj nekim.. dengê wî û terza wî gelekî baş e û têra xwe serkeftî ye lê wekê gelek stranbêj û hunermendan ew jî hej popûlarÎte û çepik û ecibandin û heyranî û hejêkirinê dike mixabin û kar û xebatên xwe jî beralî dengê ku çepik jê têne ve dike.. li ser facebookê şairê kurd ê tirkînivîs kemal varol ku ew jî bi eslê xwe ji erxeniya diyarbekirê ye û şairek heta te bivê jêhatî û serkeftî ye carinan stranên vî camêrî parve dike..



15.08.2013 21:03 | endazer

4. Dengê wî bi min wek nûz nûza pisîkan tê. De hun zanin raperînê jî xweşik e, lê xwezî ne stranbêj, mankeneke çav şîn bima.



15.08.2013 23:26 | hemdilaarda

5. yek ji hûnermendên favorî ê min e . ji erxaniya navçeya amedê ye û bi qasê ez zanim li zaningeha dîcleyê beşa mamostetiya fîzîkê qedandiye.

beriya 4-5 salan min mirady nas kir. wî çaxî tenê albûma wî ya xemname hebû û pir hindik kesan wî nas dikir. di sala 2012an de albÛMEK NÛ Bİ NAVÊ marmasÎ DERXİST. EV ALBÛM Bİ RASTÎ ALBÛMEK BÊHEMPA BÛ, MİN GELEK JÊ HEZ KİR Û EZ HÊ JÎ HERDEM GUHDARÎ DİKİM.

di van demên dawî de bi raperin re dixebite û bi hev re berhemên baş derdixînin holê.

ji bo mûzika kurdî serkeftinek mezin e ku kesek wek mirady derketiye. lê hê gelek rê pêşiya wî heye, inşallah bi dehan albûm derxîne .



16.08.2013 00:29 | brusk56

6. ciqas diçe xwe xira dike ewil pir kêfa min jêre dihat lê hey ku bi raperinê re album derxist li ber çavê min reş bu. mûzÎka te baş tû çima dikevî du quna raperînê. ha we gu bela kir.. straneka wî kevn heye ez pir jê hez dikim.(youtube:

)



21.08.2013 23:47 | çukko

7. stranbêjê ku vê paşiyê li her hesabê xwe yê facebookê ragihandibû an daxwuyandibû ku êdî mema bi raperînkê re derdikeve ser sehnê û distire.. sebeb çi ye nizanim.. ya rast min bi xwe eleqedar jî nake ji ber ku ne guh didim mirady û ne jî guh didirêrim raperînkê..



14.09.2013 06:58 | endazer

8. bi kurmancî deyîran vano. çend deyîrê ey bi zazakÎ zÎ estê. weş vano.



14.09.2013 20:04 | kurdane

9. li gorî agahiyên bi destê îstîxbarata tirşikê ketine.. camêr bi her peyameka derheqê xwe de dihese û dixwîne.. lê mafê xwe yê xwe parastinê û bersivdanê ji bo demên mûsaît û mûnasîb dihêle.. belê gelî palewan û keybanûyên tirşikistanê ji bo saxî û silametiya can û cesedê xwe xêra xwe û ya dêûbavê xwe haj xwe û devê xwe hebin! û kar û barê asayîşa tirşikê giran nekin..

stranbêj û mûzîsyeneke kurd e vêga ji bo çêkirina mûzîkên fîlma dawîn ya derhênerê kurd ferit karahan ya bi navê the fall from eden an ji baxê buhuştê derketin an cennetten kovulmak ve mijûl e.. heta niha bi navê xemname û marmasî du albûmên qerrase derxistine û albûma sêyem jî destê xwe biriye ber guhê xwe û destê xwe yê din jî li tizbiyê xweş dike.. wê bibare!



19.09.2013 03:06 | endazer

10. yekî sade û henûn û aram tê xuyanê..vê dawiyê amadehiya albûma xwe ya sêyemîn dike..ser xêrê be..



18.12.2013 11:46 | mîrêhekarya

11. (bnr: marmasî)



18.12.2013 12:06 | brusk56

12. hunermendekÎ muzika kurd ya moderne. navê wî bi rastî murat doğan'e. Di STRANÊ XWE DE Piranî hestê jiyana kurdê bijarte û bajaran vedibêje. nemaze piştê albûma ''marmasî'' hate nas kirin. dewama wî da albûmek bi (bnr: raperîn) re derxist.



18.12.2013 12:45 | deqlok

13. îro ligel simurg56 peymana sponsoriyê daniye..

hêvî dikim ku pereyên bi ber vê peymanê ketîn li nivîskarên tirşikê jî bihesilin.. (:



(bnr: mirady full_album (3 albûm di zikê hev de) bêrapid daxîne.zip)



21.12.2013 11:51 | endazer

14. berî 2-3 mehan albûmek nû derxistiye lê haya min îro jê çêbû. welleh me xwe hetikand.
neyse ez ê ji îro û pêve lê guhdar bikim û şîroveyên xwe bêjim. lê mixabin mirov nikare ji malpereke kurdî, vê albûmê bikire.
navê albûmê xwelî ye. piştî albûmên xemname û marmasîyê, sêyemîn albûma wî ye.



07.05.2018 21:35 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirady

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî