Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mirovekirind - tirşik
mirovekirind
(16) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. tirşikvanekî rind e : )
hinekî glî û gazindên xwe kiriye:
rexne û şîret ji bo tirşikvanên nû/107557

mêrik mafdar e..



19.08.2018 12:43 | bûtîmar

2. Nivîskarê tirşikê ku cara yekem min navê wî ya tirşikê wek mirovêkundir xwendiye. Û bêhemdî kengî navê wîna li derekî dibînim li mêjiyê min wilo tê gihaştin.

Lêzêdekirin: xuya ye mirovekî rind e. Û birastî ji ber wê demana çalak e û peyamên wî her heye min navê wî ya li tirşikê jiber kir. Kengî dibînim wek mirovekîrind dixwînim. Yaw dem dermanê her tiştê ye. Bi demê re hereşey dikeve li ser riya xwe.
Û dawiyê de dibêjim tu bi xêr hatiye. Her kî tişkivanîtiya te nebê qebulê û xêrhatina te nekiribê jî tu her tirşikvan î. Haya te jê hebê ezê carinan bi te re bikevim gengeşe yê. Garda xwe medêne xwarê.



23.08.2018 07:52 ~2019.02.19 16:55 | bilbilê dilkul

3. Nivîskarê ku wek min xewa wî naye ye. Qasê min xwend, Mirovekî rind e jî. *



21.10.2018 05:07 | xelîl

4. ez,
mirovekirind,
pesn û şabaş û hezar pîroz ji min re ku hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûme û bi vî awayî mifteya heyîna xwe xistime bêrika xwe û ji bin bandora miletên biyanî derketime. (bnr: mîr celadet alî bedirxan)



07.12.2018 00:51 ~2020.02.28 21:35 | mirovekirind

5. Belengazê ramane, hejarê zanînê ye, bêaqilek misilmane. Ji ber ku mirovek kirête navek xweş li xwe kirye, wer hesab kirye dê binav xwe rindik bike. meteloka ezîz nesîn hat bîra min. Nezan, durû û bêbexte. di peyama hespêsor de 3.3.2020'de methê min kirbû ku şîroveyên min ên ser fîlman bala wî kişandbû, heta li gor wî ger hewl bidim ezê bikarim ser kovarek sînemayê binivîsim. Lê piştî min şîroveyek derbarê mihemed pêxember de kir, xwelîser nekarî bersiv bide, gilî kir ku moderator peyama min rakin, lê piştî ne hat rakirin ev derd ma zigê wî de, werimî werimî heta îro hat di sermijara hespêsor de vireşa! Qaşo ez vikîvala me, vandal im û êrîşkar im. :D yeke misilman vê dibêje hahah erê yeke misilman dibêje ateîstek tu vandalî :dd te bersivek hebe bide wan şîroveyên min, kê te girtiye? Te nebe hiş be. ez duh bo te aqilmend bûm piştî min ateîstbûna xwe eşkere kir bûm nezan?



25.04.2020 20:14 ~2020.05.04 12:18 | hespêsor

6. ev kî ye kêrî çi tê? Çi çalakîyek wî di ferhengê de heye heta niha? Çi şîrove û nirxandin kiriye ku heta rûyê wî bigre van gotina bike? Çend sale endame nekarîye bibe kesek bê naskirin ku camêrek hirmetek bo wî tiştek bêje, lê dîsa hatiye ji bo balê bikşîne bi çend gotinên bêbingeh rojeva tirşikê dagir dike. ma nafikire ger bi gotinên absurd hewl bide kesekî reş bike dê bersivek bistîne. Çima meraqdare ku kesek hetka wî bibe? min berê jî gotibû ev mirovê ku xwe rind dibîne ne ewqas rinde. Jiberku berî ez li ser mihemed pêxember çend şîroveyan bikim wî min weke mirovek kêrhatî didît, peyama xwe guherand û jê çû lê yên wê demê dizanin. Jiberku li ser mijara behsa wê tê kirin [ mihemed pêxember ] hêjî tiştek nenivîsye, ji bo pêxemberê xwe biparêze du qese nekirye. Ev ne oldarek kamile jî ku bikare li gor ilmê îslamê bersivek bide. Tenê wek kesên nezan tilya şehdê dirêjî çavê xelkê dike.

Gotinên wî yên dibêje ku ez nezanim jixwe bêbingehin lê ew peyama wî bi xwe vala dertêxe. Herkes li gor hin kesan kêmtir dizane lê heger li vê platformê pêşbirek zanînê bê sazkirin ev endamê bê bandor bi mejîyê xwey teral nakeve nav 500 endaman de jî. Axir ez vê meselê digirim û ji bo peyamên wî êdî nebînim wî asteng dikim.



17.05.2020 20:33 | hespêsor

7. Di destpêka sala 2018an da, dest bi tirşikvanîyê kir. hema hema kes tunebû.

îro dev ji nivîskarîyê li vir berda.



27.05.2020 20:19 | mirovekirind

8. tirşikvanê divê dev ji tirşikê bernede ye. sedema çûyina xwe diyar nekiriye lê bi ya min tu sedem nikare tirşikvana ji tirşikê dûr bixe. ew jî baş dizane tirşik ne ya kesî ye û tirşik bo pêşerojê, roja îro ji kurda re pêwîst e. dibe ku dilê wî ji hin kesan û peyaman mabe lê heke dê dilê wî xweş bibe ez ji dêlava wî dikarim ji kesan rica bikim da ku peyama xwe jê bibe an hinekî sererast bike.

tu peyam ji çûyina tirşikvanekî ne girîngtir e. welew bi ya we rast be jî hama ji bo xatirê birakî xwe jê bibin ma gerdûn xera nabe.

erê birako ji xwe em li vir bi qasî destakî mane, ma qey tê jî herî û me bi tenê bihêlî?



27.05.2020 20:42 | tîrêj zana 21

9. Nivîskarek gelek hej kurdiya wî dikim E.

Sedema dev ji berdina nivîskariya xwe de tiştek nenivîsiye. Ez bawer im em hemî ji bo pêşerojê li vir dinivîsin. Tenê armanca me ev e. Bila nifşên nû ji wan deran sûd werbigrin. Yê ku ji xeynî vê fikrê de ne heye gelo? Bawer nakim.
Yê ku armanca ev nebe bila nebinivîse. Oxira xêrê be.



27.05.2020 22:33 ~22:37 | kajav

10. Tirşikvanê ku kêyfa min ji mîjar û peyamên wî re tê.Lê demek dirêj e xeydok bûye û nanvîse ji ber ku hin peyam/mîjar ne dilê wî ne.Bi rastî li vir gelek mîjarên ku ne dilê min bûn hatine vekirin.Dîsa jî ez guh nadim wan tiştan riya xwe mêze dikim.
Tirşik.net ne ya moderatoran e jî ya sazkerê wî ye.Ya me hemûyan e.Li vir êzidî , elewî ,misilman, xirîstyan û hwd. û peyam/mîjarên wan hene.Aliyek din li vir xwedênenas jî hene.Bi rastî kêyfa min fikrên xwedênenasan yên derbarê dîn de hîç nayê.Bê rêz in.Çima ku dîndar ji ber ku Xwedayek bawer dike , ji vî yekê re rêz nagrin û bereday bereday peyaman dişînin.Dibêjin qey dîndarên hemberên wan hemû wekhev in.Xeynî van fikrên wan , ez rexne û hizrên wan hêja dibînim.
Niha li li bakûr dîndar û xwedênenasên me dema ku rû bi rû dibin bi rastî bêrêziyek nakin lê ji bo ku zêde zêde nav û bin bandora siyaset û rojeva tirkiyê de dimînin , ew jî ji hev re bêrêziyan dikin.
Dîndar dibêjin qey xwedênenasek wê aniha ji wî û baweriya wî re bide çêrran ,aliyê din xwedênenas jî difikirin dîndar nezan in anku niha wê ji wî re bide çêrran.
Welhasil , ev jî nezantiya herdu aliyan e ku xwe nikarin ji bin bandora rojeva dagirkeran rizgar bikin.
Hûn kêyfa xwe ne lê ligel vî nezantî û tirsa xwe tirşikê jî wisa nefikirin.Ji hev re dikarin bêrêz bin lê nebêjin ku bila tirşik jî wek we be.
Ez rêbaz/rêzik û formata tirşikê pêş her tiştê dibînim.Lê tirşik ne tenê misilmanan e ne yên xwedênenasan e jî ne ya êzidîyan e jî hwd.
Ya her kesî ye. heke rikê te yekî hat , hêrsa te yekî hat , nexwîne derbas be.asteng bike.



27.05.2020 22:34 | brzn

11. tirşikvanek baş û domdar e. mixabin ji ber rikekî bêwate, biryar daye ku dev ji tirşikê berde. wek li jor jî hatî gotin, li vir kesek tune ku bêje ez ji hemû nivîskar û nivîsên di tirşikê de, razî me.
nexwe divê hemû jî dev ji tirşikê berdin. heta divê dev ji axa xwe jî berdin newsa? dema li bajarê te, gundê te kesên ne wek te hebin, kesên dijberên te hebin, heta dijminên te hebin; ma mirov wê derê diterikîne? na. hewl dide ku rêya jîyanek hevpar ava bike.

rêvebirina malperekî wisa ne hêsan e. divê mirov carina nivîsên ku keyfa wî/wê jê re nayê jî, daqurtîne. çimkî me soza bêalîbûnê daye. bi saya formatê û bi saya lijneya rêveberîya tirşikê, em dikarin vê bêalîbûna xwe biparêzin. çimkî tu mirovek nikare tim û tim bêalî bimîne. bi saya rêveberîya hevpar, em tirşikê bêalî digirin.

welhasil, eger tê de tam û rengên cûrbecûr tunebûya, wê navê malperê nebûya tirşik.



27.05.2020 22:47 | simurg56

12. Nîviskarê ji 2018 de dest bi tirşikandinê kiriye meriv dibêqey 2018 sale li tirşikê dinivîse, bi kurdiyek baş û peyamên wî têr û tijene, bila ne tijebin jî bila salê peyvek tenê jî binivîse kes ji kesekî pir tiştek ji qeweta wî zêde naxwaze. Wekî ku gotine tu jî herî em qeflekî biavêjin serderê tirşikê em tev herin mala xwe, nivîskarê ku dev ji nivîsandinê berde ez ber wî xwe tev bikebim ezê bi fikrim gelo ez hatim jiber min diçe? tu şaşiyek tirşikvana dibînî ne bi xeyd û şer bîne ziman bi peyamên xwe, fikrû ramanên xwe bîne peyamê fikrek rast be me jî bibe ser fikra xwe... em te didin ber xatirê zimanê kurdî û hinek peyv û biwêj û gotinên kurdî yên li ber hindabûnêne neçe. tu betilî bî jî car car binivîse, ji binî bernede
Sedema çûndina xwe jî bibêje tu sedem tuneye ha. ger ji tirşikvana nexweş bî here li ferhengên bi tirkî çavbigerîne tuyê bibêjî welle hemû tirşikvan melaîketin li ber wan. Hewqas însan neşkêne û neçe



27.05.2020 23:21 | shorbevan

13. nivîskarê divê astengiya li ser hesabê wî bê rabûn * Çû newsa kesine, oxira wî a xêrêbe, hewqas min di vê peyamêda 124327 vira kir dîsa çû * lê emê bi hêvîbin û li bendê bin wê rojek teqez vegere



31.05.2020 22:48 | shorbevan

14. mafyaya formatê.



11.02.2021 00:46 | heval.js

15. formatparêz.



11.02.2021 01:38 | hueyn

16. Mirovekî bikalîte ye.

Kesên ku hemî nivîsên wan bi hev re qasî peyamek wî camêrî têr û tijî nîn in rexneyên neyînî li ser peyamên wî camêrê bikin bi gotineke herî sivik kenawerî bibin.

Biya min her nivîskarek sê çar roj bide hev û nivîsek têr û tijî bidê ber çavan ji di binê her peyaman de nivîsandina hevokek tenê sed car çêtir e.

Li benda peyamên we yên geş û dirêj bim.

Xwedê qewetê bide tiliyên we.



11.02.2021 02:36 | rûbar

17. nizanim çawa bêjim... mirov çawa ev qas hêrs dibe?
(bnr: ekşisözlük)



15.02.2021 04:04 ~04:05 | heval.js

18. (bnr: heval format!)
(bnr: heval aqil!)
mirovekirind/131145



15.02.2021 13:59 ~14:02 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovekirind

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî