Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mmc - tirşik
mmc
(0) (2) (5)
di mijarê de bigere

1. kurteya mesopotamia music channel

ev qanala televîzyonê ji bo gelê kurd gaveke gelekî baş bû lê dixwazim qala kêmasiyeke wan bikim. mmc bixwe navê strana ku lê dide li aliyê çepê û jor ya ekranê nîşan dide, her çiqas televîzyonên kurd êdî xwediyê tecrûbeyeke mezin be jî hê jî di nivîsandina van navan de gelek xeletiyên bingehîn ya rêzimana kurdî tê kirin.

weke din mmc can e, rih e.

(bnr: cotkevotka)



31.05.2013 10:40 | simurg56

2. qanal muzikê ya klibekêde navê komê weke koma greva rojê tê nivîsandin e. gelo navê komê bi rastî wisa ye! ne ez zêde rexneker bim lo!



09.06.2013 08:41 | azadixwaz

3. kanalek pir heja ye lé stranén tén weşandin ne ewqas in. xwezi stranan filtre bikiran u hemuyan neweşandan !



09.06.2013 09:20 | feqiyêteyran

4. mixabin ji aliyê hişmendiyek kevn û kor ve tê birêve birin.. heçî stranbêj û hunermendên bi serê ocalan sond nexwarîn nikarin di vê kanalê de bistirên.. wekê otobûsên partiyen siyasî yên di demên hilbijartinan de heta êvarî bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me.. tevî evqas potansiyela xwe ya gir û gewre eger mûzîka kurdî ya modern negihiştibe asta mûzîka neteweyên din yek jê sebebên vê yekê ev kanal û rêveberên vê kanalê ne.. li çar nikarên kurdistanê hema bêje ji her cure û celebên mûzîkê gelek hunermendên hêja û jêhatî hene ku xwe li ber çavên otorîteyên cîhanê yên mûzîkê peyitandine lê şûna stran û klîbên van hunermend û stranbêjan heta êvarî stran û klîbên amatorî yên alîgirên partiyê tên weşandin.. çi bêjim heyf!



09.06.2013 16:24 | endazer

5. qenala kurdan ya ku 2013-07-04de bi biryara dadgeha Kopenhagê lîsansa wê hat betalkirin.

her wiha nûçe tv û roj tv jî bi heman biryarê hatin girtin.



06.07.2013 11:48 | simurg56

6. qenala ku di dîroka kurdan de ciyê xwe standiye. her çiqasî kêmasiyên wê hebuya jî di medyaya kurd de ciyeke giring ji xwe re çêkirî ye û vî ciyî demeke dirêj dagirtiye. qenalê bi vî awayî warê mûzikê de qenaleke kurdî ferz kiriye. helbet ev valahî jî bi qenalên denge tv û dijle tv tije nabe.



06.07.2013 13:44 | azadixwaz

7. televîzyona ku mixabin tevî roj tv û nûçe tvyê wê îşev weşana xwe ya dawîn bike û weşana xwe rawestîne.

sedema wê jî ji aliyê danîmarkayê ve îptalkirina lîsansa wan û pereyê cezayê ku li wan hatiye birîn e ku dîroka danîmarkayê de cezayên herî mezin e ku li medyayê hatiye birîn.

yanî şîrketa ku weke xwediyê van qanalan xuya dike, wê îflasa xwe îlan bike.



19.08.2013 21:31 | simurg56

8. cihê wê hê vala ye ku qenala ku bikare vê kêmasiyê tije bike tune.

belkî weşana wê zêde ne baş bû lê dîsa jî şûna kral tv, li gelek malên kurd nava rojê de her tim ev qenal vekirî bû. gelek kurd dema îşên malê dikin ji xwe re mûzîkê vedikin, bi taybetî yên ciwan ger mmc tune bin wê kral tv/power û hwd. vekin.

hêvîdar im şûna wê qenalek din ya mûzîka kurdî vebe. ma çiqas zehmet e gelo? ewqas tvyên kurdî yên beredayî hene...



03.10.2013 00:26 | simurg56

9. li gorî nûçeyên dawîn ku min ji ajans û rojnameyan xwendiye di şûna vê kanalê de kanalek nû bi navê med tv vebûye.. li gorî nûçeyan ev kanala nû wê bi karê berê yê mmcyê ve rabe.. yanî heta êvarî bilind apo, mezin apo, serom apo, rêberê gelê me filan..



03.10.2013 02:06 | endazer

10. weke li jor jî hatiye gotin li şûna wê televîzyonek nû tê avakirin û navê wê med music e. ev qenal niha di weşanê testê de ye.

agahiyên wê yên weşanê wisa ne;



Hotbird 13 E.

Frekans: 11179 Horizontal

Symbol rate 27500

Fec. 3/4



04.10.2013 10:04 | simurg56

11. qenala kevin a ku dizanim mîlyonan gelekî bêriya stranbêjên lê distrandin kiriye.



25.05.2020 23:08 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mmc

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî