Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
moz - tirşik
moz
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kezikên ku zarokên gunda bela xwe ji wan navekin di neqeba herdû aliyan de şerekî dijwar heye * bi teybetî li ber avê zarok wan dikujin yên ku sax dimênin jî heyfa xwe ji zarokan dihilênin. tiştek eceb ew ê ku her tim bi ber çavên zarokan vê didin.



06.01.2014 14:12 | gêjê

2. jehr diwakevÊ BiQÛNAMIN VEDABÛN



06.01.2014 18:59 | nanxwarê cilqetên

3. nizanim heta heywanên wiha zirarmend hene xwudê çima qirr û fermana heywanokên wekê caretta carettayê feqîrok û bêguneh tîne.. belê wekê ji vê hevoka min a pêşÎn jî tê fêhmê, di zarokaniyê de bêmene û haşayî civatê derziya xwe bi min re jî kirine û rûyê min jî werimandine..

alerjiya van heywanên nehs û necis li dijî darikan heye, dema yek darikekî bi qula wan re bike, ew yek baz bide here ser erşê heftan jî ew moz hefta neyê pêve nede bala xwe jê venake..



06.01.2014 19:37 | endazer

4. Di navbera kilmoz û me zarokan de șerekî dijwar hebû. Em șervan, ew șervan. Em zalim, ew zalim. Lê em zalimtir bûn.

Çi ecêb e ku ew mozên sor hemê bêje hercar bi çermê tenik û nazik ve didin da ku pêvedana wan zaliman bitesîrtir be. İșê xwe dizanin wela. Gelek caran b'dora çavan ve didan. Ida dora çavan diwerimîn, çav dihatin asêkirin û 2 rojan kor dibûn. Belkî sed carî bi min ve dane * ji bo wisa ez wan pir nas dikim.

Heyfa min jî pir giran bû. Weke hemû zarikên gundan ez jî li dijî van heywanan pir zalim bûm. Xwidê min efû bike. Min qatkîyamên mezin dikir.

Mînak dema min kilmozek didît, min dest bi plana komkujiyê dikir. Pêșî min sergîneke tenik û cilêtek didît û quleke teng di sergînêde de divekir. Peyrê șiv, çiqil, hejikek, darek,,, werhasil, peyde dikir û bidizîve nezî dibûm û nobetçî dikuștin. Cêhde ew sergî qul jî didanî ser hêlîna (kilmoz) mozan. Min darikikî zirav dixistê qula mozan û ew har dikirin. Wan jî mîna artêșeke hemûyan dikirin kû derbikevin lê mixabin j'xeynî qula sergînê hemû der asêkirî bûn. Mecbû diman û di qula sergînê ve dikirin ku derbikevin. dema serê xwe di qulê ve derdixistin, bi cilêt me serê wan jê dikir û bedena wan jî di xindirî nava kilmozê. Bi sedan wisa dihatin qelandin. Peyre me kilmiz dikolan û heta mîrê jî dikușt û șan derdixist û hingivên hêlînê dixwar. Carinan me qula mozan tijî av dikir, carinan... . Wela daeș jî ev qatliyam nekiriye * . Xwidê me efû bike. Ez lêborînê ji wan mozan dixazim.



16.12.2016 00:15 ~00:16 | gumgumok

5. J'bo droneê jî tê gotin.
J'bo dronê Navekî Zehf sipehî ye.



15.05.2020 00:24 | gumgumok

6. ji bo wesayîtan û heywanên tewlê jî tê gotin.

mînak:
min îro ji xwe ra mozek kirî.



15.05.2020 00:30 ~00:40 | bûtîmar

7. (bnr: moz kirin)



15.05.2020 00:38 | xelîl

8. Tirş û tehl im brîndar im



15.05.2020 16:32 | sarya

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mozart l’opera rock

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî