Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mîtokondrî - tirşik
mîtokondrî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji organîzmayên bakterîyên okaryotî ye. peyva mîtokondrî koka xwe ji yewnanîya kevim digire û ji cotbûna du peyvan pêk hatiye. mîto bi kurmancî bend, kondrîa jî heb/tene ye.

tenê di nav yekşaneyiyan de di bakterîyên okaryotî de hene, bakterîyên prokaryotî xwedî mîtokondrî nîn e. her wiha ji ber ku hema hema hemû candarên pirşaneyî ji bakteriyên okaryotî peresandine((bnr: evolution)), di şaneyên nebatan, heywanan, kuvarikan de jî cihê xwe digire.

karê û peywirê vê organîzmayê ji madeyên organîkî enerjî çêkirin e. candarên pirşaneyî bê mîtokondrî ji madeyên organîkî(glîkoz) tenê 2 ATP (forma enerjî ya candaran) tînin holê, lê bêlê mîtokondrî bi xwe 36 ATP dikare çêke. yanî hema hema ew bi tenê serê xwe piranîya enerjîya candaran îmal dike. bi saya mîtokondrî bakterî dikarin oksîjenê bikar bînin.

îro bi saya meqale, lêgerîn û testkirinên ku civata zanistî pêk anîne, hatiye îspatkirin ku mîtokondrî ewil şaneyeke serbixwe bûye lê paşê ji aliyê bakterîyeke prokaryot hatiye xwarin. di normalê de divê ew mîtokondrî di nav prokaryotê de bihatibe perçekirin û weke xwarin bihatibe bikaranîn. lê belê têkilîyeke sîmbîyotîk(feydestendina bi du alî) ava bûye. ev teoriyeke gelek girîng û rasteqîn e ji bo zanist û fehmkirina dinyayê. navê vê teoriyê teoriya endosîmbiyoz e. bi vê mijarê re ne eleqadar e lê kloroplast'a ku di nebatan de heye û ji ronîya rojê enerjî îmal dike, dikeve nav vê teoriyê. yanî ew jî berê şaneyeke serbixwe bû.

mîtokondrî xwedî dna, rna û rîbozoma xwe ye, û dna û rna'ya wê bi şaneyê re têkildar nîn e. her wiha bi vê taybetmendîya xwe dîsa îspat dike ku dikeve nav teoriya endosîmbiyozê.

di însanan de, wekî her candarên pirşaneyî ,serê lokomotîfên enerjiyê mîtokondrî dikşîne. ji ber ihtiyaciya enerjiyê di şaneyeke wek maskûl, neuro de ji yekê zêdetir mîtokondrî hene. di yek şaneya kezebê de ji 2000ê zêdetir organîzmayên mîtokondrî hene.

tiştekî gelek balkêş heye ku dixwazim bi we re parve bikim, di dolgirtina însanan de du tişt wezîfe digire. spermê mêrikî û hêka jinê. sperm tenê dna'ya mêrikî dihewîne ku bi lez û bez xwe digihije hêkê û tenê dna'ya spermê dikare bikeve hundirê hêkê. lê hêk şaneyeke gelek mezin e û bêhereket e. ji xweynî dna'ya ji sperm tê, xwedî her tiştî ye. weke we jî fehm kir, mîtokondrî bi teqezî ji hêka jinê tê û tu perçeyê wê(dna, rna hwd.) ji mêrivî nayê. yanî di însanên ku aniha di vê dinyayê de dijîn hemû yekayek xwedîyê heman mîtokondrî ye.

ji bo vê yekê em dikarin bêjin ku mîtokondrî nîşaneya dayîka havva'yê ye.



25.04.2018 01:59 ~02:13 | endazyar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîtokondrî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti perwerdehi zanistitenduristi zanisti perwerdehi zanistitenduristi zanisti perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî