Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
newal - tirşik
newal
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. herrikên ji çemê biçûktir.

nehal jî tê gotin.



08.08.2015 19:53 ~20:03 | sloujouc

2. erdê rast yê di navbera du gir û baniyan de, bi pirranî rûbar û kehniyên biçûk jî tê re diherikin.. wekê dî jê re gelî jî dibêjin, bi tirkî; vadi, bi îngîlîzîvalley heta canyon..

li devera hekarÎ û behdînan gelek newalên spehî û levhatî hene, yek ji wan jî newala li rewanduzê ye; Here lînkê



08.08.2015 23:03 ~23:03 | endazer

3. û herwiha naveke xweş û nazenîn e ji bo keçan..



08.08.2015 23:04 | endazer

4. (bnr: newala qeseban)



09.08.2015 03:49 | kurêpîrê

5. sernivîsa berê entrya ku ez ketimê hatîye jê birin û entrya min ji alî endazerva cardin hatîye kopî past kirin ji ber mafê telîfê ez dewe lê vedikim ez wî glî dikim simurg56 ka bira ji kerema xwera dest bavêje vî îşî bira endazer girêbide wî ji moderatorîyê bavêje an bavêje zindana bira bi rize em jê xelasbibin edî.



09.08.2015 23:19 | shorbevan

6. çehla di navbera du heb gir, çiya an cihêkî bilinda.



09.08.2015 23:26 | shorbevan

7. navekî xweş ê keçikan e.



10.08.2015 09:57 | xendekî

8. peyva ku di erebî de wateya wê ji kurdî cuda ye û wateya wê" dayîn, xêr, diyarî" û bi texmîna min kurdên beşên erebînezan ji kurdên erebîzan girtiye û ew wek navekî kurdî li zarokên xwe kiriye lê ne kurdî ye birako! yanî texmînen kes newala kurdî li zarokê xwe nake tew li qîza xwe yekcar nake, ji ber tenê tiştekî dihîne bîra mirovÎ.



24.09.2015 17:16 | dijber

9. Navê min bi xwe li nav kurdande nedîtiye lê tirk weke neval bikar tînin. Weke li jor jî hatî gotin bi erebî ye û wateya wê şens, qismet, bexşkirin, lêborîn e. Bila kurd daneynin û hew.



24.09.2015 17:22 | azadixwaz

10. gelîyê ku di nîveka her du berwarê de rûbarek diherike. Wek nihal jî tê zanîn.



(bnr: rûbar)

(bnr: gelî)

(bnr: nihal)



16.08.2016 00:55 ~01:27 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» newalok

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî