Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nimêj - tirşik
nimêj
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor misilmanan emrê xwedê ye

ji pênc şertên îslamê yek e



24.04.2014 22:09 | ceso

2. îbadeta ku ji bo xwedê tê kirin. di rojê pênç car, roja înê û cejnan de wek ferz tê kirin. ji xeynî ferzan, sinenetên nimêjê jî hene ku hz. Mihememed bixwe kiriye. dema mariv nimêjên sinnetê bike, xêr e lê neke jî ne guneh e. mariv cara ewil diçe daşîrê taharet digire ango bi avê qûna xwe paqij dike, dûre xwedê bêje erê tê destmêja xwe digire, xwe pê paqij dike, cihekî guncav-paqij hildibijêre û berê xwe dide qibleyê, ku qible jî di mekkeyê de ye mala xwedê lê ye. ji bo kurdistanê dikeve hêla başur li gor bajaran jî mariv piçek kavîs dide.



nakokiya min a herî mezin e. ji ber ku ez bixwe mirovekî bawermend im hetta piçek jî mihafazakar im. deh sal heye ku dixwazim dest bi nimêjê bikim lê ji ber teraliya xwe dikim nakim bi ser nakevim. gelek caran min dest pê kiriye lê zêdetir deh roj dewam kiriye. dema mirinê difikirim ji ber vê kêmasiya xwe gelek ditirsim tevz dikeve goştê canê min.. xwedê li me hemûyan were rehmê. . de bêjin amîn



25.04.2014 00:16 | ferhenga şikestî

3. li gorî min nimêj, cemaatan de yên maldar yen xîzan li hemberê xweda da ser rêzeke îbadetên xwe dikin. ji ber ve wekheviya mezin nimêj e



25.04.2014 13:09 | argeşbotan

4. Wekî mêj jî tê gotin



25.04.2014 14:11 | mîr

5. Li alîyê serhedê ( li der û dora agirî ) bi tenê jê ra dibêjin mêj. li ser qisê, mêja esrê û mêja nîvro. Nabêjin nimêj û limêj. lê pêwiste ku merif ji bo kurdîyeke giştî bibêje û binivîse nimêj.



30.09.2014 19:06 | xulam

6. li devera gever,şemzîna,cilemêrg û çelê dibêjin "nivêj"

ji 'înê re jî dibêjin "xutbe"



30.09.2014 23:01 | dildar geverî

7. limêj kare herî zor û zehmet le sûda ku mirov je distîre naye gotin zêdene...



01.10.2014 00:17 | bekoawan

8. nimej hevdÎtÎna herÎ xweş a navbera evd Û xweda de ye.



01.10.2014 17:44 | azad30

9. şertên îslamê li gorî sûnniyan penc e ne li gor misilmantiyê..dîsa nimêj li gor sûnniyan 5 wext e û bi zimanê erebî tê kirin lê di qûranê de tu wext û şeklê nimêjê tune heta ku bi zimanê erebî kirin jî tune..mijar li gor mezheba sunniyan hatiye nirxandin..



23.08.2015 00:40 | havka

10. Îbadeta ku lî gorî quranê sê wext e û zimanê wê jî ne giring e.



23.08.2015 08:01 | simurg56

11. Nimêj ne emrê Xwedê ye.
Peyxemberê me ji nimêj ne kiriye.Nimêj rûtûel e.
Û nimêj Qurana piroz de tune ye.
Dewsa nimêj ê jî salat heye.
Salat ji alîkarîye biratiye



04.10.2020 20:25 ~20:28 | dilreş

12. gelek kes dizanin ku hinin pêxember ji ber pîşeyên xwe wekî pîrên pîşeyên xwe tê hesibandin, wekî adem pêxember pîrê cotkaran e, îdrîs px. pîrê terziyan e, lût px. dîroknas û gerok bûye, yûnis px jî pîrê masîgiran hwd. (di wan de ya ez heyirandim pîşeya îsa px. bû ku necar û nêçirvan bûye û pîrê nêçirvan e. dînê wî pir sernerm e û çawa bûye nêçirvan nizanim) lê kêm kes dizanin ku wextên nimêjan ji kê re hatiye veqetandin. dema min xwend, kêfa min jê hat, nizanim ji ber çi:

"Di şerh a musned ya rafiî de weha derbas dibe ku nimêja sibehê ya adem, ya nîvroyê ya dawud, ya 'esrê ya silêman, ya mexribeyê ya yaqûb û ya 'îşayê jî ya yûnis pêxember e, selewatê xweda li tevan be." (eqîde û fiqha zelal, m. burhan hedbî, nûbihar, r. 103)

favoriya min a yaqûb px e û ya herî zor jî ya adem px e :/ heqet navê pêxemberê pêşîn derbas bû, ka li vir jî bipirsim: pêxember ji bo miletan tê şandin lê di dema adem px de milet tune bû, çawa bûye pêxember? tw.

(bnr: neynika nimêjê)



29.03.2021 23:23 ~23:26 | biruya hayao miyazaki

13. (bnr: Çîrokên nimêjê)



27.11.2021 22:45 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nimêja sibehê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî