Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nok - tirşik
nok
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarinekîye/fêkîyekîye, fêkîya bi riwekeka bîna riweka nîskave çêdibe, fêkîya dema bi riweka xweve li ber gihîştinêye jêre firîkê noka tê gotin wisa jî tê xwarin, dema digihîjin hişk dibin dibin tirşik, sîlik û filan û bêvan û tên xwarin.



13.12.2015 00:14 ~00:15 | shorbevan

2. Ku here bajar dibe leblebî



10.04.2016 21:50 | kerê biqıloç

3. (bnr: nahk)



11.04.2016 00:59 | gumgumok

4. lı dîlokê ji hedê xwe zêdetir tê xwarin. jixwe di nav gelek xwarinên wan de heye lê ya ji hemûyan ecêbtir ew e ku xwarinek bi navê nohut dürüm heye.

nok tên kelandin. beşek jê tê perçiqandin, beşek jî saxlem dimîne. paşê van nokan û hinek sewzeyan û carina kartolên sorkirî têxin di nava nanek sax û li hev dipêçin.

ji xeynî dîlokê min li tu derî tiştek wisa ne dîtiye ne jî bihîstiye. dema nû hatibûm entabê loma şaşwaz bûbûm û heta çend mehan min xwe jê dûr girtibû. lê paşê hêdî hêdî ji neçarî, min xwar û niha gelek jê hez jî dikim ya rastî *

emeliyatxaneyek bifikirin ku herkes vê nohut durum'ê dixwe!



11.04.2016 19:12 | simurg56

5. "nohut dürüm"a entebê bi rastî jî gelek xweş e. xêynî patat, bacana reş a sorkirî û bexdenûs jî tê têxistin. li stenbolê dora qada bakırköyê cihekî hebû, çêdikir.



11.04.2016 20:29 | biruya hayao miyazaki

6. bi girar pir xweş tê xwarin. şîveka biproteîn û bitahm e. pîvaza we jî hebe, bidin cem hev. îcarî teyfikê valabûyî tije dibe, xwarina şîvê dubare dibe.



05.02.2018 22:47 ~2019.07.30 20:21 | mirovekirind

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nokîn

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî