Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
nêrgîz - tirşik
nêrgîz
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê guleke bêhnxweş e. Di demsalên sar de gula xwe vedike. navê wê yê latînî narcissus e. Di çanda Kurdî de cihekî wê yê bitaybet heye. Her wiha navê keçikan e jî *



16.01.2015 00:08 | berxweda

2. û navekî xweşe jibû keçikan, navê straneka gelek xweşe jî, min ji gelek stranbêjan gohdar kiriye lê ez dibêjim a hunermendê hêja seîd yûsive dîsa gunehê wî nestînim * sitran ev;













gotin jî ev ;



nêrgiza min tû şîn bûyî

te şax vedayî

min bi histirên çavê xwe avdiday(ê)î

hebûn li hawirdor

gulên zer û sor

tu bilind firî û firi

tu bi kerbeşê mayî

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

nêrgizê ciwanê

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

tû bi halê min nizanî





min dî çû xewê şeva

dilê min mabû bi teva

min tu xwest û te neda

ew taba min karebe te bi avêda berdayî

hebûn li hawirdor

gulên zer û sor

tu bilind firî û firi

tu bi kerbeşê mayî

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

nêrgizê ciwanê

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

tû bi halê min nizanî





gelek keç hebûn livir

te tenê dilê min bir

te qeda bimin kir nifir

tû jî li xwe mêzeke bnr tû bi kê anhayî


hebûn li hawirdor

gulên zer û sor

tu bilind firî û firi

tu bi kerbeşê mayî

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

nêrgizê ciwanê

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

tû bi halê min nizanî





te soz damin sedcarî

li ber xelkê vî bajarî

ronî li ber te bû tarî

lê heyf û mixabin gotin tu keça kurdayî

hebûn li hawirdor

gulên zer û sor

tu bilind firî û firi

tu bi kerbeşê mayî

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

nêrgizê ciwanê

nêrgiz nêrgiz nêrgiz

tû bi halê min nizanî







hişyarî: dibe di gotinande şaşî hebe hûn dikarin rastbikin



18.09.2016 22:14 | shorbevan

3. li gorî etîmolojîya peyvê;
ji peyva narcissosê hatiye
narcissos peyveke yewnanî ye

tÊ gotin ni navê narkîsî nêçîrvanekî gelekî qeşeng, bedew hebûye, keçaperîyeke pirr xweşik a bi navê ekhoyÊ, dil berdide narkîsê, lê mixabin dil nabe miqabilê dilî û narkîsî li ber evîna mezin a ekhoyê bêdeng dibe û li ber eşqa wê xwe kor dike ango ew hej jê nake. ji ber wê yekê ekho nexweş dikeve, ji vexwarin û xwarinê dibe, roj bi roj ji ber eşqê dihele. hestiyên wê dibin zinar û dengê wê jî di çiyayan de dibe qêrîn û hawar, olan dide. peyva eko'yê ji wir tê.
xwedavendên ku di ser çiyayê olîmposê de dijîn, ji vê rewşê eciz dibin û biryar digirin ku cezayeke mezin lê bibirin. rojekî wexta narkîs li ber qeraxa çemekî bo ku avê jê vexwe daqulî çêm dibe, di çêm de suretê xwe dibîne, bêyî ku hay jê hebe ku suret ew bixwe ye dil dikeve suretî. hetanî aniha tucar mîna wî suretî tiştekî wisa xweşik nedîtibû, loma ji ber eşqa wî suretî, xwe tev nade, emrê xwe li ber suretê nava çêm de pûç dike. dawiya wî jî nola ekhoyê dibe.
narkîs di qerexa çêm de hêdî hêdî dimire û bedena wî jî vediguhere kulîlka nêrgîzê

peyva narsîsîzmê jî ji wir tê,



30.06.2017 10:05 ~10:13 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» nêrgîz

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî